Jinên Helşoyê hîn jî çanda Kurdewariyê diparêzin 2019-05-01 10:21:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên bajarokê Helşo ku şalan çêdikin, diyarkirin ku karê çêkirina şalan gelek dem dixwaze û zehmete. Jina da zanîn ku her şalek mehek dem jêre pêwîste. Herwiha gotin ku wana hewl da xelkê derdor û zarokên xwe fêrî karê çêkirina çal bikin, lê ji ber qeyrana aborî derfet nedîtine.   Jinên bajarokê Helşo ser bi navçeya Qeladiz a Raperînê, karê çêkirina şalan dikin. Jin şal ji mûyê bizinan çêdikin. Jina bi navê Zeynep Mustefa ev zêdetirî 15 sale karê çêkirina şalan dike.    Di despêkê de ji bo mû were çêkirin, putê biznan dişûn û şeh dikin. Cûrê van biznane ji biznên asayî cûdatire û ji wan re dibêjin biznên çûr. Piştî ku mûyê biznan dişûn û li şeh dikin, vê carê jin li teşiyê dikin. Yanî hirî li teşiyê dikin û di encam de mû derdikeve. Piştî ku mû li teşiyê dikin vê carê dest bi çêkirin şalên Kurdî dikin.   Zeyep di axaftina xwe de bal kişand ser çêkirinê û wiha got: “Di rastiyê de ev kar gelek zehmet û westanek zêde jêre pêwîste. Heya ku şalek tê amadekirin wextek mezin pêve diçe û zore. Jin hem karê mal rêve dibin û hem jî karê çêkirina şal dikin. Alîkariya jinên gundan jî gelek başe û em alîkariya hev dikin.”   Jinek din a bi navê Fatme Abdullah jî wiha behsa çêkirina şal kir: “Ji bo amadekirina şal demek zêde pêwîste, ger ku em dewam bikin, nêzî mehek wext pêwîste û amade dibe. 3 rengên şal tên çêkirin, şîn, zer, û reş. Em li gorî bikirên xwe kar dikin. Herkes azade rengê şalê xwe hilbijêre û ev kar hem zilam dizanin hem jî jin.”   Fatma di dawiyê de got; “Me hewlda em xelkê derdor û zarokên xwe fêrî karê çêkirin şal bikin. Lê ji ber qeyrana aborî daxwaza fêrbûna karê çêkirina şal kême.”(Rojnews)