Jinên kedkar wekheviyê dixwazin 2019-05-01 09:04:58   AMED - Kesuman Taşli  û Roza Binnalli, bi minasebeta 1’ê Gulanê bal kişandin ser pirsgirêk û daxwazên karkeran. Jinan diyar kirin ku divê li Tirkiyeyê şert û mercên kar bên guhertin û wiha gotin: "Ji bo welatekî aştiyane divê cudakariya zayendî û nijadperestî ji holê rabin."   Ji bo karkeran 1'ê Gulanê roja yekbûn, piştevanî û berxwedanê ye. Li Tirkiyeyê karker bi pirsgirêkên cur bi cur re rû bi rû dimînin. Bi hezaran karkerên ku mafên wan tên binpêkirin, bi minasebeta 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhan li qadan daxwazên xwe tînin ziman. Bi taybetî jî karkerên jin mafên wan tê binpêkirin. Karkerên bi navê Kesuman Taşli û Roza Binnalli li ser girîngiya 1’ê Gulanê rawestiyan û qala pirsgirêkên xwe kirin. Jinan destnîşan kir ku jin ji aliyê hişmendiya serdest ve rastî cudahiyên zayendperestî û nijadperestiyê tên. Kesuman û Roza, diyar kirin ku 1’e Gulanê ji bo hemû kedkaran roja yekbûn û serkeftinê ye.    ‘Hişmendiya mêr ê serdest dibû asteng ji bo nanê zarokên min’   Kesuman Taşli dayika 3 zarokan e û hevjînê wê di sala 1990’an de ji yana xwe ji dest daye. Kesuman piştre neçar dimiminê ku debara mala xwe bike. Kesuman di axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên kar û kargehan. Kesumanê ku bi salane li karkegan dixebite nêrînên xwe wiha anîn ziman: “3 zarokên min hene û piştî ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da, nêzîkatiya malbat û civakê li hemberî min guherî. Lê min nexwest ku ez li malê bimînim û kesên din zarokên min xwedî bikin. Wekî jinên din hertim bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mam. Min vê carê jiyan bi kurahî naskir. Ji bo zarokên xwe mezin bikim min her kar kir. Jinbûna min gelek astengî bi xwe re dianî.  Hişmendiya mêr ê serdest her tim li hemberî nanê zarokên min dibû asteng. Civak û malbat jî li hemberî xebat û têkoşîna min her tim astengî derdixistin.  Divê jin tu carî li malê nêmînin û ji qedera xwe re bêdeng nebin.  Em wekî di zindanên vekirî de mezinbûn.”   ‘Bi heqdesteke erzan me karên herî giran dikir’   Kesuman, demeke dirêj karkeriya demsalî jî kiriye, lê piştre di fabrîkaya betonê de xebitî. Ji ber ku karê ku dikir têra debara malê nedikir bi karên cuda re ji eleqeder dibû. Kesûman, diyar kir ku di qada kar de edalet nîne û wiha axivî: “Min gelek karên cuda kir. Min li dibistanan paqijî jî kir. Lê cihên ku ez dixebitim edalet tunebû.  Ez hertim bi cudahiya zayendî û nîjadî re rû bi rû mam. Ya ku herî min êşand karkeriya findiqan bû. Ji bo debara mala xwe em neçarbûn ku berê xwe bidin bajarên Tirkiyeyê. Li wan bajaran ji ber ku em kurd bûn, rastî muemeleya nebaş dihatin. Li gorî keda ku em dida me heqdesteke baş nedigirt. Ji ber ku em kurd in navên me xerab dikirin û navên cuda li me dikirin û bi rûmeta me dilistin. Em her tim nanûzig dixebitîn. Ji ber van kiryarên xerab min dev ji kar berda. Li gel hemû astengiyan min zarokên xwe mezin kirin. Ji wan re bûm dayîk û bav. Ya ku mêr nikare bike, jin dikare bike. Hêvîdarim ku Kurd û jin jî rojekê azad bibin. Dê1’ê Gulanê bibe roja yekbûn û piştevaniya karkeran.”    Bi karê dirûtinê(xeyat) debara xwe dike    Roza Binnallî 50 salî ye û dayika 4 zaroka ne. Roza hêj di ciwantiya xwe de karê dirûnkariyê(xeyat) kir û heta îro jî bi karê dirûnkariyê debara mala xwe dike. Roza niha bi hevjînê xwe re kargeha dirûnkariyê vekir û bi hev re kar dikin. Roza di heman demê de du karan bi hevre dike, hem li kargeha dirûnê de dixebite û hem jî li malê karê rojane dike. Roza di axaftina xwe de bal kişand ser karê xwe û wiha got: “Min hêj di ciwantiya xwe de dest bi we karê kir. Di serî de ji bo cîranên xwe min cil didirût. Ji bo ez xwe li pêş bixim ez tevlî qursan bûm û min xwe li pêş xist. Piştî ku ez zewicim jî min karê xwe domand û niha bi hevjîna xwe re em heman karî dikin.”     ‘Krîza aborî bandorê li me kir’   Roza di axaftina xwe de li ser pirsgirêka karkeran rawestiya û wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Em ne di şert û mercên wekhev de dijîn. Weke Kurd di her kêliya jiyanê de em rastî zordarî û zextan tên. Ji aliyê hişmendiya serdest ve rastî cudahiyên zayendperest û nijadperestiyê tên. Her wiha niha li Tirkiyeyê krîza aborî heye. Ev krîz herî zêde li ser karkeran bi bandore. Ji ber ku karmendên dewletê her tim bi pergalî mûçeyên xwe digirin lê wekî me neyînî bi bandor nabin. Hertim mafê xizan û kedkaran tê binpêkirin. ”   ‘Jiyana me her tim di bin tecrîtê de ye’   Roza di axaftina xwe de bal kişand ser rojeva kurdan û diyar kir ku niha ji bo herêmê mijara herî girîng tecrîd e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Raste em di nav şert û mercên xirab de neçarin ku bixebitin. Em nikarin mafê xwe yê kar biparêzin. Ji ber girtin û binçavkirinan em nikarin daxwazên xwe azad binîn ziman. Niha di rojeva kurdan de tecrîd heye û tecrîd li hemû qada jiyanê pêk tê. 1’ê Gulanê roja berxwedanê ye û karker li dijî tecrîdê dê li ser piyan bin.”