Kedkar wê bi dirûşma 'Em ê aştiyê bînin vî welatî' li qadan bin 2019-04-30 15:10:34   AMED - Platforma Ked Demokarsiyê, diyar kir ku ew ê ji bo mafê jiyanê yê berxwedêrên di gereva birçîbûnê de jî sibe li Qada Îstasyonê bin û gotin ku ew ê  bi dirûşma 'em ê aştiyê bîn vî welatî' li qadan bin.    Platforma Şaxan a Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Platforma Ked û Demokrasiyê, derbarê 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê de daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku li  şaxa Egitîm Senê ya hejmar 1 a Amedê hat dayîn de, banga tevlibûna mîtînga 1'ê Gulanê hat kirin.       Di destpêka daxuyaniya hat dayîn de Serokê Komîteya Amadekar a Mîtîngê  Hasan Eroglu, diyar kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan bin û bang li hemû kedkaran kir ku tevli mîtîngê bibin.    'Em ê li dijî zilmê li qadan bin'   Berdevka Demê ya KESK'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy Tek demîr jî diyar kir ku ew ê li hemû bajaran bi rengê xwe li qadan bin û bang li hemû kesên li dijî zilmê li ber xwedidin dakevin qadan kir. Gulîstan bal kişand ser serdema KHK'yan ya dema OHAL'ê jî û got ku di pêvajoya mijara gotinê de hatiye xwestin ku pêkanînên faşîzan bên cemawerîkirin.   'Ji bo mafê jiyanê em ê li qadan bin'   Gulîstan diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên îktîdarê li qandan bibêjin ew edaletê dixwazin  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê daxwazê xwe li dijî kesên ku cudakariyê li dijî jinan dikin, kesên ku êrîşa zayendî ya li dijî zarokan normal dibînin û ji bo ku jin û ciwan li cîhaneke xweştir bijîn sibe ji qadan bang bikin û daxwazên xwe rêz bikin.  Bi taybetê jî ji bo mafê jiyanê yê girtiyên di gerevê de em ê  sibe li Qada Îstasyonê ya Amedê bin."   Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.