'Li dijî faşîzm, bêewlehî û xizaniyê em ê li qadan bin' 2019-04-28 09:06:51   Dîlan Babat   ENQERE- Sekretera Jinan a BES’ê Banu Aykoç diyar kir ku ew ê îsal bi dirûşma ‘Ji bo em azadiyê biafirînin, di 1’ê Gulanê de li qadan bin’ wê qadên 1’ê Gulanê tije bikin û got yek ji daxwazên wan rakirina tecrîdê ye. Banuyê bi lêv kir ku ji bo hawira ku faşîzmê pêk tîne ji bidawî bibe divê tecrîd bê rakirin.   Gelek sazî û rêxistinên civaka sivîl (STK) bernameya  xwe ya 1’ê Gulanê aşkera kirin. Hêzên ked û demokrasiyê yên Enqereyê îsal wê li Tandogan 1’ê Gulanê pîroz bikin û wê daxwazên xwe yên tezmînata kidemê, xizanî, bêewlehî û teqawîtbûna şexsî bînin ziman. Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) jî îsal wê li dijî krîza aborî li qadan bin. Sekretera Jinan a BES’ê Banu Aykoç bang li hemû jinan kir ku di 1’ê Gulanêde li qadan bin.   Banuyê diyar kir k udi seî de jin hemû dînamîkên demokratîk wê ji bo aştî, ked û demokrasiyê wek her demê têbikoşin û wiha got: “Di şertên faşîzmê de ev qels tê dîtin. Di hilbijartinên herêmî de jî divê ev bê dîtin. Bloka AKP-MHP’ê her cureyê derfetê derwletê bikar anî û pêvajoya hilbijartinê meşand. Lê yekitiya gelan derket holê. Em di rojên ku vê derfetê bikar bînin de derbas dibin. Divê derfeta afirandina yekitiyê bê nirxandin.”   ‘Divê tecrîd rabe’   Banuyê destnîşan kir ku divê di 1’ê Gulanê de grevên birçîbûnê jî bikevin rojevê û wiha got: “Divê xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan hatiye destpêkirin, bê derketin. Ji bo şertên ku faşîzmê diafirînin ji holê bên rakirin divê ewil tecrîd bê rakirin.”   Banuyê di berdewamiya axaftina xwe de balikşand ser êrîşên li hember qada kedê û anî ziman ku faşîzm bi awayekî tund êrîŞê qada kedê dike û her wiha qadên cemawerî jî bûne wek buroyên AKP’ê. Banuyê diyar kir ku bêewlehbûnê bi taybet bandor li ser jinan kiriye û got: “ Di bernameya aboriyê ya hikûmetê ya 2019’an de ji bo jinan mizginiya ‘xebata nîv demî ya nerm’ hat dayîn. Ji bo barê jinan zivik bibe wek defet dinirxînin. Ev di rojeve me de bû wê di rojeva me ya 1’ê Gulanê de be jî. Her wiha em ê li dijî xizaniyê biherikin qadên 1’ê Gulanê. Em bang li hemû kesî dikin ku ji bo azadî bê afirandin divê her kes li qadan bin.”