1'ê Gulanê dê li Parka Mûsa Anter a Wanê bê pîrozkirin 2019-04-27 14:49:21   WAN - Endamên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB ên li Wanê, dê 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran li Parka Mûsa Anter pîroz bikin û ji bo beşdarbûna mîtîngê bang li gel kir.    Şaxa Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK),  Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrg û Sekreterya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) a Wanê, civînek hevpar li dar xistin û ji bo mîtînga 1’ê Gulanê ya li Parka Mûsa Anter pêk bînin banga tevlîbûnê kirin.