Li Stenbolê 1'ê Gulanê dê li Bakirkoyê bê pîrozkirin 2019-04-26 09:19:34   STENBOL- Navnîşana pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Stenbolê diyar bû. Tê payin ku sed hezar beşdarî pîrozbahiya dê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bê kirin.   Komîteya Tertîpa 1'ê Gulanê daxuyand ku dê îsal 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran dê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin. Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê bi dirûşma "Laçika xwe ya spî bide serê xwe û were" beşdar bibe.   Serîlêdana pîrozbahiyê ya ji bo Taksîmê ji aliyê walîtiyê ve hatibû redkirin.