Li bazaran rojev zem in: Em nikarin bigirin, tiştekî bê gotin tune ye 2019-04-24 09:13:02   Gulîstan Azak   AMED - Piştî hilbijartinan zema li her qadê hat kirin bandor li bazaran jî kir. Gelê derketin bazarê diyar kirin ku sedema vê krîzê ne hikûmet be lê kî ye û gotin ew nikarin bigirin, tiştekî bê gotin nema ye.   Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê şûnde zem li pey hatin û bihayên motorînê piştî hilbijartinê du caran zêde bû. Her wiha li bazaran jî krîz bi bandortir bû û van bihayan gelê ku daketin bazarê bêzar kiriye.   Jina bi navê Aysel Yalap got bihayên bazarê bandorek mezin li ser wan kiriye û ji ber zemê gel nikare tiştekî bigire û wiha pê de çû: “Li bazaran dan û standin êdî bûye luks. Ji ber vê bazar vala mane. Mirov li tezgahan dinêrin û derbas dibin. Esnaf jî nikarin bifiroşin.”   ‘Li vî welatî tu nirxa me tune ye’   Jinek din ku nexwest navê xwe bide ji bo pirsa ‘hûn çima nikarin bigirin?’ wiha got: “Wê pirsê ne ji me ji yên ser me bipirsin. Em sê mehan carê meaşê teqawitbûnê digirin, dibêjin qey têr dike. Li vî welatî nirxa mirovahiyê tune ye.”   Kamîle Hayirtaş jî ev tişt bi lêv kir: “Krîza aborî li Amedê pir bi bandor e. Rayedarên dewletê li şûna lihev dixin bila bên ligel binêrin. Ez memûra teqawîtkirîme. Ez 60 salî Enqereyê jiyam. Demek berê hatim vir. Ez ji bo gelê Amedê pir xemgîn dibim. Bajarekî gelek biha ye. Çi sûcê vî gelî heye.”   Nurcan Sezer jî bertek nîşanî zemên her roj tên kirin da û got berpirsê vê krîzê hikûmet e û bang li hikûmetê kir û got divê terora li bazarê demildest bi dawî be.   Reyhan Kavut jî anî ziman ku ew ji ber pirsgirêka debarê bêzar bûne û got her tişt biha ye, nikarin bigirin û got weke din gotin heye?