Jinên Hesekê fêkiyên xwe bi destên xwe diçînin 2019-04-24 09:02:52   Ronîda Hacî / Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Ji ber ambargoya ku li ser Bakurê Sûriyeyê heye, gel gazinan ji bihabûna pêdiviyan dikin û jinên gundan bersiva gazinan da û gotin:"Jin afrîner e! Hember bihabûna pêdiviyan fêkiyên xwe bi destên xwe biçînin."   Ev 8 sal in li Sûriyeyê jiyan di nava şerekî dijwar de derbas dibe, hêzên herêmî û navdewletî  jî dixwazin para xwe ji Sûriyeyê bigirin. Bi hemû hêz û derfetên xwe Bakurê Sûriyê dixin nava ambargoyê de û deriyên ku jê pêdiviyên jiyanî tên girtin tenê deriyê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de (Sêmalka)vekiriye. Êdî kirîna pêdiviyan mîna zebze û derman pir biha bûne.   Ji ber gazinên gel ji firoşgehan îro em daketin bazarê û bihabûna pêdiviyan şopand, di şopandinê de jinan hest, xwestek û gazinên xwe anîn ziman.    Kesê wekî me dê çawa debara xwe bike?   Neîma Mislit wiha dibêje: "Ez îro hatim bazarê da ku ji zarokên xwe re hin fêkî û zebze bikirim. Her tişt biha bûye em nikarin tiştekî bikirin. Dibe ku ji bo kesê dewlemend ev pere pir kêm bin lê ji bo kesê xizan pir buha ye."   Bi hêviye!   Sebah Ehmed wiha dibêje:"Tiştek êdî nayê kirîn, em çi bikin? Em hêvîdar in ev ambargo dê rabe û zehmetiyên gel dê bi dawî bibe."   Piştî ku me gazinên gel guhdar kir me berê xwe da gundan û bi jinên ku baxçe çandine re hevdîtin pêk anîn.    Hemdiya Ebdil Qadir 66 salî ye tenê li mala xwe dijî, quranê dixwîne û baxçeyek ji  xwere jî çandiye û ji berhemên wê sûd werdigre.   Tevî 66 saliya xwe hê jî bi karê çandiniyê ve mijûl dibe   Hemdiyayê derbarê çandina baxçeyan de ev yek anî ziman:"Rast e ez tenê li malê dijîm lê bi karê çandiniyê û baxçeyan ve jî mijûl dibim. Jin pir nêzî xwezayê ye, lewma ez xwe parçeyek jê dibînim. Min li hewşa mala xwe baxçe çandiye. Pîvaz, bexdûnis, gîhasêvk, reşad û gelek cûreyên şînkayêyê min çandiye. Armanca min ji çandiniyê ew e ku sûdê jê werbigirim. Ji bo min dibe çavkaniya alîkariyê."   Ambargo heye, li gorî rewşê tev bigerin!   Hemdiyayê bersiva gazinên jinan da û wiha pêde çû:"Em di rewşekê de dijîn ku her dewlet bûne dijminê Kurdan û ambargo li ser me didin meşandin. Hemû deriyên ku pêdivî ji me re dihatin, hatin girtin. Niha aloziya nan heye lê çareseriya wê jî divê jin li ser tenûran nan lêxin, tama wê xweşti re û bi rojan jî têra malbatê dike."   Çareserî çi ye?   Hemdiyayê  wiha dawî li axaftina xwe anî:"Çandina baxçeyan hevsengiyê çê dike. Lewma divê her malek baxçeyekî  biçîne û pêdiviyên xwe ji mala xwe bigirin. Jin afrîner e ji tunebûnê hebûnê ava dike. Çareseriya bihabûna pêdiviyan çêkirina baxçeyan e. Fêkiyên xwe bi destên xwe biçînin."