Tezgahên bazarê bi biharê rengîn bûn 2019-04-23 09:03:39   ŞIRNEX - Jinên li bazara sebzeyan a Cizîrê berhemên keda destên xwe difroşin, van rojan nebatên bi şifa tezgahên wan rengîn kiriye. Esnafan da zanîn ku rojên ne baş ên dema dawî dijîn û got: “Bihar hat, niha dema pincara xwezayî ye. Me di vê demsalê de qezenc kir em ê bikin an jî wê karê me bimîne payîzê.”   Li navçeya Cizîr a Şirnexê jinên ji çiyan nebatên şifayî kom kirine û berhemên din ên bi keda destê xwe çê kirin li hala sebzeyan a Dortyolê difroşin û pê debara xwe dikin. Bi hatina biharê re kereng û nebatên din li ser tezgahan cihê xwe girtin. Jinên esnaf jî dan zanîn ku ji ber krîzê rojên zehmet dijîn.   ‘Krîzê li esnafên biçûk xistiye’   Jina bi navê Makbule Bulut ku li bazarê tezgah vekiriye, da zanîn ku bi salane kedek mezin didin û di rojên dawî de zehmetiyan dikşînin û wiha got: “Em ji bo zikê xwe têr bikin heta êvarê dixebitin. Berê karê me jî diyar bû qezenca me jî. Lê di demên dawî de krîzê li me xist. Em sibehê zû tên vir heta êvarê dixebitin. Her tişt biha ye. Kes êdî nikare îdare bike. Tiştê em qezenc dikin jî têr nake. Krîzê li esnafên biçûk xist.”   ‘Em ji gundan kom dikin li ser tezgahan difroşin’   Makbuleyê destnîşan kir ku bi hatina biharê re nebatên bi şifa yên ji çiyan tên komkirin li ser tezgehan cihê xwe girtine û got: “Em ji gundan kom dikin û tînin vir difroşin. Gelek jinên wek min li vir in. Em li vir jin û mêr çi destê me de hebe difroşin. Kes ji kesî re nabêje tiştek. Em jî pereyê xwe qezenc dikin. Her tiştê me xwezayî ye.”   Jina bi navê Zeynep Dîken jî wiha got: “Bihar hat. Çiyayên vir bi berket in. Dema pincar e. Em van kom dikin û bi wesayîtan tînin bajêr. Em pere didin wesayîtan jî. Bi salan em vî karî dikin. Yên me dibînin jî kêfxweş dibin. Divê hemû jin pereyên xwe qezenc bikin. Di vê demsalê de me çi qezenc kir ew e. An jî wê bimîne payîzê.”