'7 hezar dayikên bi laçikên spî yên 7 hezar zarok dê tevli 1'ê Gulanê bibin' 2019-04-17 14:46:22   STENBOL - HDP’a Stenbolê bi minasebat 1’ê Gulanê bi dirûşma "Li dijî krîzê rizgariya kedê û wekheviya gelan" û "Bila tecrîd bi dawî bibe, bila Leyla bijîn" bang li gel kir û wiha gotin: “Em bang dikin ku 7 hezar dayîkên bi lacikên spî yên 7 hezar zarok, tevlî 1’ê Gulenê bibin.”     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê bi minasebeta 1'ê Gulanê bi dirûşma "Li dijî krîzê rizgariya kedê û wekheviya gelan" û "Bila tecrîd bi dawî bibe, bila Leyla bijîn" li Kazanci Yokuşuyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamentara HDP’ê Serpîl Kemalbay û Zuleyha Gulum û hevserokê HDP’ê yê bajêr ê Stenbolê Cengîz Çîçek tevlî daxuyaniyê bûn. Pankartên wekî “Lacikên spî bigrin û bên!” û “Bijî 1’ê Gulanê” hatin vekirin. Li dora pankartan lacikên spî hatin daliqandin. Endamê Komîsyona Kedê yê HDP’a Stenbolê Yaşar Yilmaz Altunbîlek daxuyanî xwend.    ‘Tevlî 1’ê Gulanê bibin’   Yaşar, di daxuyaniyê de bal kişand ser ruhê 1’ê Gulanê û wiha got: “Bi rûheke  demokratîk xebatên xwe didomînin. Îsal di  nav krîzê de 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Em ê li qadan bi hev re ji bo ked û azadiya kedkaran biqirîn.”   ‘Vîna gel hat xespkirin’   Yaşar destnîşan kir ku di hilbijartina herêmî de xwestin vîna Kurdan bişkinîn û wiha got: Piştî hilbijartinê li hemberî Kurdan gelek pêkanînên bêhiqûqî pêk hatin. Îtîrazên HDP’ê hatin redkirin. Hevşaredar û endamên meclîsê bi îdiaya KHK’î ne mazbatayên wan nehatin dayîn. Ev tişt tê wateya binpêkirin û xespkirina vîna gel.”   ‘Têkoşîneke hevpar hewceye’   Yaşar Yilmaz Altunbîlek, di daxuyaniyê de qala greva birçîbûnê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girtîgehan 7 hezar girtî li dijî tecrîdê di grevê de nin. 161 roj in parlamenter Leyla Guven soza xwe ya dabû gel pêk tîne. Bê hiqûqî di  nav civakê de belavbûye. Em dizanin ku bi pêkanînên antî- demokratîk çareserî pêk nayê. Divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û kedkaran, hêzên demokrasiyê têkoşîna xwe mezintir bikin. Rewşa 7 hezar girtiyan krîtik e û divê bêdeng nemînin.”   ‘7 Hezar dayik…’   Yaşar di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em bang dikin ku 7 hezar dayîkên bi lacikên spî yên 7 hezar zarok, bila tevlî 1’ê Gulenê bibin.”   Piştî daxuyaniyê qurnefîl hatin belavkirin û li Cadeya Îstîklalê belavok hatin belavkirin.