Bi ta û bizmarê tabloyên balkêş çêdike 2019-04-17 10:11:04   SILÊMANÎ - Jina bi navê Guna Osman ku xelkê Silêmani ye, bi şêwazek cûda ku ta û bizmar bi kartîne tabloyên balkêş çêdike. Bi rêya firotina van tabloyan debara jiyana xwe dike.    Jinan di nava civakê de dikarin  jîrbin û jêhatina xwe ya di warê hunerî de bala derdorê bikşînin ser xwe û mohra xwe li dîrokê bidin. Jina şêwekar Guna Osman. Guna Osman xelkê Silêmaniye, 26 salî ye û zewiciye, dayîka zarokeke. Beşa Jimarî ya Zanîngeha Silêmanî temam kiriye. Guna diyar dike ku piştî wê zanîngeh qedandiye, di tu dezgehên fermî de kar nekiriye û hertim hewildaye karekî li gorî xwesteka xwe bike. Ji bona wê çend salek karê ristina nexşên li ser doşek, balgih û qenefeyan kiriye. Piştre dest bi karê çêkirina wênêyan bi bizmar û ta yên li ser textan kirye. Di cîhanê de ev huner bi navê String Art tê nasîn, dîroka vê şêwazê hunerî digihe sedsala 19'emîn ku yekem car ji aliyê jina Brîtanî ya bi navê Mari Everest Pol ve hatiye çêkirin. Piştre ev huner xistine pirtûk û li Zanîngeha Cambridge ya Brîtanya yê wekî wane hatiye dayîn.   Guna Osman wiha qala fêrbûna karê çêkirina wêneyan bi ta û bizmar (String Art) dike û wiha axivî: "Destpêkê tenê xwesteka min ew bû ku ez bizanim ev kar çawan tê çêkirin, Di înternetê de bi serçaveyên cûda min lêkolîn li ser kir. Di destpêkê de ev kar ji min re gelek zehmet dihat, destpêkê tenê min gul, sihbera Hesp yan jî Zarafa dikarim çêkim. Lê niha ji bilî wana ez dikarim bi awayek hêsan wêneyê rû û çav jî çêkim ji ber ku ez êdî di vî karê xwe de pêşketime."   'Çêkirina wêne bi ta û bizmaran pêk tê'   Guna Osman diyar kir ku ew textê ew ji bo vî karî bi kartîne ji cûrê neditiye, destpêkê ew wa textan dibe cem xêzar û li wê derê reng dide texte. Bizmarên ku ew ji bo vî karî bi kartîne jî divê zirav binû dirêjiya wan 5 û nîv be. Her wiha diyar dike ku ew li gorî wêne tayên zirav û stur ên ji rengên cûda bi kartîne. Guna wiha dibêje: "Çêkirina wêne bi ta û bizmar di sê qonaxan re derbaz dibe. Di qonaxa despêkê de wêne li ser kaxezek tê xêzkirin, di qonaxa duwem de ew kaxez bi parçe texte ve tê kirin û di qonaxa sêyem de jî bizmar li gorî wêneyê li ser kaxezê li texte tê dayînû kaxez tê rakirin."   'Li gorî cûreyan dem pêwîste'    Guna qala zehmetiyên karê xwe dike û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Heya niha wêneyê ku herî zêde ez pêre mijûl bûyîm wêneyê rû û çavê zilamek bi temen bû. Di wî wêne de min 2 hezar û 100 bizmar bikaranî. Her wêneyek jî li gor cûrê wêne jêre dem pêwîste, wêne hene di nava 10 saetan de temam dibe, hinek wêne jî hene di 15 rojan de temam dibe. Tevî ku ev kar westanekî zêde heye lê nirxê wêneyên min heqê westana min dernaxin û nirxê her tabloyekî min ji 80 hezar dînaran destpê dike û wêneyê herî giran ku min firotî jî bi 350 hezar dînar firotiye."   'Ji bo min pere ne girîng e'   Jina şêwekar Guna Osman diyarkir kir ku ew vî karî ne tenê ji bo peyda kirina pere dike û wiha domand: "Niha 35 tabloyên min amadene.Di demek nêzîk de ez ê di pêşangeheke de nîşan bidim. Ez ne tenê kar li ser çêkirina wêne dikim, min niha karê xwe berfireh kiriye. Niha bi ta û bizmar li ser xwesteka kiryar, karê dizayn û dîkoratê ji bo dîwar û tawanên xaniyan jî dikim."   Herî dawî jî Guna Osman bang li jinan kir û wiha got: "Hêvîdarim her jinek xwestek û daxwazek ya wê hebe pêkbîne, bila malbat jî nebin asteng li pêşiya karkirina jinan. Divê malbat piştgiriyê bidin. Tu tiştek ku mirov bixwaze bidest bixe zehmet nine, lê pêwîste mirov ji bo hemû armancên xwe yên di jiyanê de hewildanan bike." (Rojnews)