Kevneşopiya tenûrê bû qada îstîhdamê 2019-04-16 09:10:36   WAN - Nanpêja ku ji aliyê sê jinan ve hat vekirin û navê wê kirin ‘Hanimelî’ li bajar eleqeyek mezin dibîne. Jinan balkişandin ser girîngiya ku jin li ser piyên xwe bisekinin û wiha gotin: “Piranî nanpêj ji aliyê mêran ve tên şuxulandin. Lê di karên wisa de jin paqijtir dixebitin.”   Jinên li Wanê kevneşopiya tenûrê didomînin, hatin cem hev û qada îstîhdamê afirandin. Li taxa Seyît Fehîm Arvasî ya girêdayî navçeya Îpekyol a Wanê 3 jin hatin cem hev û nanpêja bi navê ‘Hanimelî’ vekirin. Her sê jin sibehê saet di 06.00’an de tên cem hev û heta saetên êvarê, kulînca, nanê lawaş, çoreş û nanê xirtik çê dikin.   ‘Nanê me eleqeyek mezin dibîne’   Ji xebatkaran Neslîhan Şahîn wiha got: “Em bi keda xwe aboriya xwe ava dikin. Nanê ku çê dibe ji gelê me eleqeyek mezin dibîne. Ji ber hem bi destê jinan lê dikeve, hem jî nanên me di tenûrên xwezayî de dipijirin.”   ‘Ez hewcedarî hevjînê xwe nabim’   Jina bi navê Nezaket Yarin jî destnîşan kir ku her dikana ku bi destê jinan vedibe gelek paqij e û ev tişt daxuyand: “Li vir ji bo jinan xebat pir rehet û xweş e. Di gelek nanpêjan de mêr dixebitin. Lê di karên wisa de jin paqijtir dixebitin. Ez aboriya xwe ava dikim. Ez li hevjînê xwe nanêrim. Ew li berîka min dinêre.”