‘Li derve vexwarina çayê jî êdî luks e’ 2019-04-13 09:20:52   WAN - Jinên ji ber krîza aborî betal man an jî kargeriyên xwe girtin, diyar kirin ku heta niha pêvajoyek wisa nejiyane û gotin li derve vexwarina çayekê jî lûks e, hêviyên wan, xeyalên wan tune bûne.   Krîza aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn, bajarê Wanê jî ku bazirganiya sînor lê hatiye qedexekirin û hilberîn hatiye asta tunebûnê jî bi bandor kiriye. Li bajarê ku ji her 4 kesî 3 kes betalin, koçberî jî lê tê jiyîn, gelek kargerî hatine girtin. Her wiha dîsa yên herî zêde ji krîzê bi bandor bûne jî jin in.   ‘Bi krîzê re xeyal û keda me tune bû’   Gonul Marti daxuyakirin ku bi hêviyek mezin karkgerî vekiriye lê ji ber krîzê neçar maye bigire û wiha axivî: “Me patîle, tost û çay çêdikir. Lê bi krîzê re xeyalên me têk çûn. Keda me têk çû. Her tişt biha bû. Me nikaribû kireyên bidin. Me bi xeyalên mezin vekir lê em neçar man ku kargeriya xwe bigirin.”   ‘Sedema vê desthilatdariye’   Sevîm Demîr ya li kargeriya malbata xwe dixebite, bi lêv kir ku neçar mane kargeriyê bigirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji ber krîzê hêza girtinê ketiye, kes nikare tiştekî bigire. Muşteriyên tên berhemên 5 TL, 2 TL dixwazin. Êdî bi van bihayan tiştek nayê girtin. Sedema vê rewşê desthilatdariye. Bavê min bi salane ji esnafan re xwarinê çêdike. Bi krîzê re bavê min ji kargerî girt.”   ‘Kes êdî nikarin tiştekî bigirin’   Esnaf Turkan Akdag jî destnîşan kir ku ji ber krîzê di her alî de bi bandor bûne û wiha got: “Her tişt biha bû. Ji ber vê em nikarin gelek berheman bigirin û muşterî jî nikarin tiştan bikirin. Welatî niha tenê xurekan dikirin. Em jî nikarin karê xwe bidomînin.”   Zehra Çîftçî jî ku li Colemêrgê 3 sal in di kafe û lokanteyan de xwarinan çêdike, diyar kir ku heta îro zehmetiyek wisa nejiyabûne û wiha pê de çû: “Kirê, lêçûn û maaşên karkeran dernakeve. Berê me bi 50 TL yî alavên ji bo hefteyekê digirt. Lê niha têrî du rojan nake. Dema biha zêde bibin kes jî nakire. Li derve xwarin û çay vexwarin êdî bûye luks.”