ÎSÎG: Cinayetên kar ên jinan herî zêde di qada tenduristî û cotkariyê de tê jiyîn 2019-04-08 11:59:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa ÎSÎG'ê rapora cînayetên kar a meha Adarê aşkere kir. Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG'ê di meha Adarê de 108 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gor raporê cinayetên kar ên jinan herî zêde di qada tenduristî û cotkariyê de tê jiyîn.   Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG-M) rapora cînayetên kar a meha Adarê parve kir. Li gorî daneyên ÎSÎG'ê di meha Adarê de bi giştî 108 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Meclîsa ÎSÎG'ê di raporê de anî ziman ku 4 jin, 104 mêr bi giştî 108 karkeran jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG'ê di berdewama raporê de anî ziman ku di nava 108 kesan de 5 zarok in û 11 karker jî penaber in û ev dane parve kir: "Li Kayserî 8, li Enqere 7, li Kocaelî 7, li Stenbol 6, li Îzmirê 5 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Li bajarên din jî 75 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di Adarê de di karê çandiniyê de 28 karkeran, di karê înşaetê de 28 karkeran, di karê barkêşî û neqliyetê de 14 karkeran, di karê şaredariyê de 8 û di karê bazirganiyê de 5 karkeran jiyana xwe ji dest dane.