Bihayên kumaşan derket du katî terzî dukanan digirin 2019-04-02 09:23:12   WAN - Jinên bi hêviyên mezin li Pasaja Japon a Wanê dukan vekirin û bi salane dirûnvaniyê dikin, pê debara xwe dikin, niha ji ber bihabûna kumaşan hatine asta ku nikarin kirê û fatureyên xwe bidin. Jinên terzî yên qezenca wan tune, diyar kirin ku hatine asta ku dukanên xwe bigirin.   Krîza aborî roj bi roj rewşa esnafan girantir dike. Esnaf ji ber nikarin kirêya xwe jî derxin neçar mane ku dukanan bigirin û gelek esnaf bi vî awayî dukanan digirin. Li Pasaja Japon a dîrokî ya Wanê, esnafên jin yên nikarin kirê û fatureyên xwe bidin, bertek nîşanî krîzê dan.   ‘Biha derketin du katî, em zirarê dikin’   Aysel ya 7 sal berê bi hêviyek mezin bi hevala xwe re dukana terzitiyê vekir û got ew nikarin fatureya ceyrana xwe jî bidin. Ayselê daxuyakirin ku bi bilindbûna dolar re kumaşên tên îthalkirin nayên kirîn û wiha got: “Bihayên kumaş li gorî salên berê derketin du katî. Kumaşê berê me metreya wan bi 8,5 tL digirt niha em bi 17 TL digirin. Bihayê ta jî zêde bû. Me berê ta bi 3,5 TL digirt em niha bi 6 TL digirin. Ji ber vê em karê nakin. Em ji kesên kumaş digirin re dibêjin biha daxînin ew jî dibêjin em zirarê dikin. Muşteriyên tên bihayê dirûnê dibîne jî dest jê ber dide. Ji ber vê wisa biçe em ê dukanê bigirin.”   Jina bi navê Betul Beştaş jî daxuyakirin ku pereyê qezenc dikin jî pê alavan digirin û got: “Pere nakeve bêrîka me. Em nikarin debara xwe bikin. kîloya îsotê bûye 15 TL. Di mutbexê de xwarin êdî çênabe.”   ‘Kirêya dukanê dernakeve’   Adîle Karataş jî destnîşan kir ku bi hêviyên mezin dukan vekirine û got niha hatine asta girtinê û ev tişt bi lêv kir: “Em kirêya dukanê jî nikarin derxin. Divê demildest ji bo vê krîzê çareseriyek bê peydakirin. Bi mantika îdarê aş nagere.”