Ji gel li hember Beştepeyê bertek: We em ji nan jî kirin ji aramiyê jî! 2019-03-30 09:10:00   AMED - Amediyan diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê xizanî û betalî gihaştiye asta herî jor û gotin: “We em ji nan jî kirin ji aramiyê jî. Beştepe divê bi tabloya tê jiyîn serbilind be.”   Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK)  hejmara betaliyê di dema Kanûnê de li gorî sala borî ya heman mehê mîlyonek û 11 hezar zêde bû û betaliya ku 4 mîlyon derbas kir  jî gihaşt ji sedî 13,5.    Amediyên ku germbûna hewayê derfet dîtin, herikîn parq û qadên şînahî.  Ji bo em nebza gel bigirin çûn Parka Koşuyolu û ya balkêş ev bû ku parq gelek qerebalix bû.   Kendal Dogan got ji ber betaliyê pir caran dema xwe bi hevalên xwe yên betal re derbas dike û got: “Rewşa aboriyê mirov dikarin ji gelê ku li parkan rûdinin bibînin. Ne malbata min ne min heta niha me ji dewletê tu xizmet nedîtiye. Sedema vê jî ev e ku dema serlêdanên kar de newekhevî tê kirin. Bifirkirin li welatekî wekhevî tune ye. Gelo mirov wê çawa li wî welatî bixebitin. Ji ber rewşa me ya aborî ne baş bû min dest ji dibistanê berda.  Ji ber krîzê em niha kar nabînin.”   ‘Beştepe bi tabloya tê jiyîn divê serbilind be’   Botan Dogan jî got li mala ku bi hevalên xwe re lê dimîne di şertên zehmet de dijîn û got: “Em nikarin hewcedariyên xwe jî bînin cih.  Bihayê xurekan pir zêde bûye. Berê me bi hêkan zikê xwe têr dikir.  Lê piştî biha bû me ji lîsteya xwe derxist. Em bi zeytunan xwe têr dikin. Kîloyek firingî bûye 10 TL. Ez dikarim bêjim ku em birçîne. Ger li welat wekhevî, edalet hebûna wê rewşa me ne wisa bûya.  Heta rewşa welat wisa be em ê betal bin. Beştepe divê bi tabloya betaliyê serbilind be.”   ‘Gelo ev rewa ye?’   Ayşe Ernekon jî bal kişand ser betaliya gel û got sedema tijebûna parqan betalî ye û wiha got: “Betalî roj bi roj zêde dibe. Jiyan biha bûye. Bihayên sebezeyan grama zêr derbas kiriye. Gelo ev tiştê li gel tê kirin rewa ye?”   Ayşe Yildiz jî kesên zanîngeh qedandine û betal in bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez ciwanên ku zanîngeh qedandine û vala ne difikirim. Ez ji pêşeroja wan bi fikar im.  Em dişînin dibistanan lê em dizanin encam çi ye.  Em hem ji nanê me hem jî ji aramiya me kirin.   Abdullah Ocalan jî destnîşan kir ku ew rewşa welat qet baş nabîne û got ji hemû tiştên tên jiyîn hikûmet berpir se, ji ber bêdadiya rayedaran mirov hatine vê rewşê."