‘Jin divê li dijî mobîngê têkoşîna rêxistinkirî bidin’ 2019-03-12 09:06:13   ÎZMÎR - Parêzer Nazan Sakalli diyar kir ku li kargeriyan jin wek hêza kar a erzan tê dîtin û nêrîna ku cihê mêra girtiye, zêdetir dibe sedema mobîngê û got: “Jina ji cihê kar tê qutkirin ji jiyana civakî jî tê îzolekirin. Divê wek her qada têkoşînê li dijî mobîngê jî rêxistinî hebe.”   Mobbîng ku li cihê kar wek şîdeta derûnî, tacîz, zext û çewisandinê tê binavkirin, herî zêde jin jê bi bandor dibin. Mobbîng tê wateya li cihê kar tecrîdkirina kes û her wiha dibe sedema ku jin ji civak û jiyana civakî dûrketinê, hepsbûna malê. Ji parêzerên Sendîkaya Kedkaran a Xizmetên Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan (TUM BEL-SEN) Nazan Sakalli got dîtina jinan a wek hêza kar a erzan û we cihê mêran girtiye, dibe sedema mobbîngê.   ‘Fikara patronan ji hêza kar, kârê bike ye’   Nazanê daxuyakirin ku mobbîng ji ber sedemên wekî nêrîna siyasî, nasnameya zayendî, temen û etnîkî pêk tê û wiha got: “Karsaz ji ber zewaca jinan, ducanîbûn, welîdînê dikare tazmînatê nede. Dozên der barê jinan de piranî ji tacîza zayendî û îstîsmarê ye. Ji bilî vê bikaranîna hêza fîzîk û tehdîd jî heye.”   ‘Di qanûna kar de nayê vegotin’   Nazanê bi lêv kir ku di qanûnan de der barê mobîngê de sererastkirinek tune ye û tenê di giştînameya serokatiyê ya dîroka berê de di mijara tedbîrên li hemberî mobîngê de hişyarî cih digirin û got: “Di Qanûna Kar û Qanûna Hejmar a 657 a der barê kedkarên cemawerî de mobîng nayê vegotin. Nêrîna ku jin cihê mêr teng dike û bendewariya xebata li malê, bar li ser jinan ava dike. Pêvajoyên ku digihêjin întîharê tên jiyîn. Jin ji mêran zêdetir pirsgirêkan dijîn. Jin li şûna têbikoşin, tercîha xwe li alî derketina ji kar dikin. Jinan wek zêdebûnê dibînin. Vê empozeyê wan dikin. Ji bo jinan jiyana civakî ji derveyê malê bi cihê kar pêkan e. Dema ji kar digirin jî mahkumê malê dikin, ji jiyana civakî îzole dikin.”   ‘Têkoşîna rêxistinkirî pêwist e’   Nazanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê jin wek her qadê, li hember mobbîngê jî rêxistinkirî bin û gelek girîng e ku jin di rêxistinên jinan û sendîkayan de xwe bi rêxistin bikin û got ev ê jinan zêdetir xurt bide hîskirin.