Li Colemêrgê kiras û fistan ji destê hosteyên jin dertên 2019-03-10 09:24:31   COLEMÊRG - Li Colemêrgê kiras û fistanên ku cilên gelerî yên di rojên taybet û Newrozan de tên lixwekirin, ji destê hosteyên jin yên terzî dertên û di heman demê de jî çavkaniya debarê ne.   Jin li dijî modernîteyê, çanda xwe heta îro anîn. Yek ji mînakên herî şênber, kiras û fistanên ku cil û bergên kudî ne. Jinên Colemêrgê di rojên taybet û Newrozan de kiras û fistan çêdikin û ev cil û berg jî ji destê hosteyên jin dertên. Gulşen Îhtîyatoglu (40) ku cilên kudî didrû, ligel ku çanda xwe dide jiyîn, debara xwe jî ji bi karî dike.   ‘Li hember cilên gelerî eleqeyek mezin heye’   Gulşen a ku berê li mala xwe cil didrût, salek berê dukana xwe vekir û bi Gulşenê re 2 jinên din jî dixebitin. Gulşen li ser daxwaza jinan dirûnê dike û wiha dibêje: “Cil û berg li gorî model, kumaş û nexşên wan ked û buhayê wan diguherin. Her sal modelek cuda tê xwestin. Dirûtina cil û bergên kurdî ji bo min pir watedar e. Berê dayikên me wek cilên rojane li xwe dikirin. Hema hema her kesî cilên xwe bi xwe didûritin. Lê niha tenê di dawet û rojên taybet de tên lixwekirin. Ji ber vê kesên didrûn jî kêm bûne. Ji bo çanda me winda nebe min dest bi dirûtinê kir.”   ‘Azadiya aboriya jinê pir girînge’   Gulşenê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ji bo jinan di warê aborî de li ser piyan mayîn gelek girîng eû got ji ber hemû dirûnkar mêrin, di civakê de jinên dirûnkar nayên qebûlkirin û got: “Lê min hemû zincîr û pêşdaraz şikandin. Mirov êdî me qebûl dikin. Heta ji destê me bê em dixwazin karê xwe baş bikin. Berê ez li malê rudiniştim. Lê mirov bixwazin dikarin her tiştî bikin. Divê jin bixebitin. Bi taybet divê jinên Colemêrgê bixebitin. Bi xebatê re bixwebawerbûn jî zêde dibe. Jin bin hilberînê xweşik dibe.”   ‘Divê jin zêdetir di qadên xebatê de cih bigire’   Asya Guler jî bi lêv kir ku li Colemêrgê pir kêm dirûnkarên jin hene û got: “Divê qadên îstîhdama jinê zêdetir bin. Jin çi karî bikin baştir dikin. Em bi saya terziyên cilên kurdî didrûn çanda xwe didin jiyîn. Ji ber ez ji hevzayendên xwe xizmetê digirim gelek kêfxweşim.”