'Jin di her qada jiyanê de hewld dide li ser piyên xwe bisekine' 2019-03-06 09:13:28   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Jina bi navê Peyman Ehmed a ku ev 3 sal in li dikana cilan dixebite diyar kir ku ji bo ew destên xwe li ber tu kesekî din veneke li berxwe dide û got:"Jin di her qada jiyanê de hewld dide li ser piyên xwe bisekine. Dema ku jin baweriya xwe bi xwe bîne dikare di her mijarê de bi ser bikeve."   Peyman Ehmed a ku 43 salî ye û li Bajarê Dêrikê yê Qamişloyê li dikana cilan dixebite û debara xwe bi vî rengî dike wiha got:"Armanca min ew e ku ez pêdiviyên xwe û zarokên xwe bi destên xwe pêde bikim. Ez dixwazim qalibên di mejiyê civakê de hilweşînim."   'Divê jin dema xwe tenê li malê derbas neke'   Peymanê diyar kir ku dema ew dixebite baweriya wê zêdetir dibe û wiha got:"Jin dema ku dixebitin hêza wan zêdetir dibin. Ez ji serê sibehê dest bi karê xwe dikim. Dema karê min diqede şûnde ez êdî têm malê û li zarokên xwe dinêrim. Cilên ku ez difiroşim ji derve te. Ji bo min xebitandin gelek xweş e. Divê jin dema xwe tenê li malê derbas neke."    'Jin di her qada jiyanê de hewld dide li ser piyên xwe bisekine'   Peymanê herî dawî wiha got:"Jin di her qada jiyanê de hewld dide li ser piyên xwe bisekine. Dema ku jin baweriya xwe bi xwe bîne dikare di her mijarê de bi ser bikeve. Armanca min ew e ku ez pêdiviyên xwe û zarokên xwe bi destên xwe pêde bikim. Ez dixwazim qalibên di mejiyê civakê de hilweşînim."