Ji jinên DÎSK’ê xebata rêziknameya nû: Di sendîkayan de jî wekhevî tune ye 2019-02-21 09:27:38   STENBOL - Komîsyona Jinan a DÎSK’ê, derbarê jinan de ji bo wekheviya pozîtîk xebata rêziknameya nû dimeşîne. Di xebata rêziknameyê de ku bi piştevaniya di asta navneteweyî de tê meşandin de, xalên girîng ên weke kota jinê, butçeya jinê, destûra regilê û rojê 6 saet xebat cih digire.   Komîsyona Jinan a Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) der barê jinan de rêziknameyek nû ya wekheviya pozîtîk dihewîne amade dike. Seroka Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê ya DÎSK’ê (Genel-Îş) Nebîle Çetîn der barê xebatê de agahî da.   ‘Jin wekî mêran wekhev nayên dîtin’   Nebîleyê got nîvê cîhanê jin in, lê li tu qadê jin wek mêran wekhev nayê dîtin, di rêveberiyên herêmî, siyaset û sendîkayan de jî wekhevî tune ye. Nebîleyê bi lêv kir ku li cihê wekhevî tune ye pêkanînên di demokratîk hene û got: “Em cîhanê dibînin. Pir nebaş tê birêvebirin. Yên bi rê ve dibin mêr in. Şîdet, xizanî, zilm, rondik hene. Em jin di vir de îtîraz dikin. Em jiyanek bi rûmet dixwazin. Ji ber vê divê jin cîhanê bi rê ve bibin. Li Tirkiyeyê 19 mîlyon karker hene. Ji van mîlynek 800 sendîkayî ne. Sendîka qadeke ku îdiaya wê ya azadî, wekhevî û edeletê ye. Lê divê ewil di nav xwe de azadiyê biparêze. Divê ji namzeta xwe ya jin re qadê vebike. Divê jin bikevin rêveberiya wê.”   Nebîleyê bi lêv kir ku divê jin zêdetir di sendîkayan de cih bigirin û got: “Em jinên femînîst, KESK, TMMOB û TTB’ê hatin cem hev. Me biryara avakirina rêziknameyekê da. Xebatek demdirêj bû. Me rêziknameyên sendîkayên gelek welatan lêkolîn kir. Me li gorî vê xal derxist. Em niha li dijî kotayê ne. Lê ji bo em xwe îfade bikin divê riyek vebe. Xalek me kotaya zayendî ye. Beşek butçeya sendîkayê ji perwerde û rêxistinê re tê veqetandin. Ger jin xebatek xweser bimeşîne hewcedarî bi butçeyê heye. Sendîka herî kêm ji sedî 10 divê butçeyê veqetîne. Me xalek wisa jî lê zêde kir. Em peymanên kar ên komî dikin. Ev peyman hemû karkeran dihewîne. Jin jî ji wan destkeftiyan fêdeyê digirin. Lê divê em xalên xweser ji bo jinê zêde bikin. Mînak divê jin di 8’ê Adar, 25’ê Mijdarê de bi destûr bin. Divê wê rojê nexebitin. Mînak jin rengil dibin. Ev qet nayê rojevê. Bi rastî jî jin wan rojan nikarin bixebitin. Divê nexebitin. Divê destûra me ji bo wan rojan hebe. Li Tirkiyeyê saeta xebatê rojane 8 saet be divê ji bo jinên zarokên wan hene ev bibe 6 saet. Me ev hemû amade kir û xist nav rêziknameya xwe.”   ‘Li nêzî me modela hevserokatiyê heye’   Nebîleyê di berdewamiya axaftina xwe de ji bo guherîna rêziknameyê gelek modelên li cîhanê hene û ya herî nêz jî modela hevserokatiyê ya tevgera jinên Kurd e. Nebîleyê di dawiyê de destnîşan kir ku bi jinên Hollanda, Belerus, Honkong, Fas û Afganîstanê re jî hatine cem hev û hemû tecrube hatine ragihandin û bi piştevaniyek navneteweyî xebatên xwe dimeşînin.