Bazarvanên jin li dijî hevkariya mêr û şaredariyê di nobetê de ne! 2019-02-19 11:48:28 https://www.youtube.com/watch?v=fggHFiozlDI&feature=youtu.be AMED - Bazarvanên jin ên ku ji aliyê şaredariya Baglarê ve ji bo wan cihê bazarê li Bagcilarê hatibû veqetandin diyar kirin ku tê xwestin li cihê bazara wan bazarvanên mêr bên bicihkirin. Jinan diyar kir ku ew, destûrê nadin keda wan bê desteserkirin û dest bi çalakiya nobetê kirin.    Di sala 2013'an de ji aliyê Şaredariya Baglarê ve li nêzî Sîteya Toptanciyan ji bo jinan cihê bazarê hatibû veqetandin. Jinên ku li cihê ji bo wan hatibû veqetandin bazar vekirin li taxa Bagcilarê jî heftê 6 rojan li cihên cuda cuda jî bazar vedikirin. Jinên ku cihê wan ê bazarê ji bo rojekê ji mêran re hat veqetandin dest bi çalakiya nobetê kirin. Jinên bazarvan diyar kirin ku ji bo dayîna cihê bazarê bi şaredariyê re peyman çêkirine û îro li qada Bazarê a Bagcilarê ku ji bo wan hatiye veqetqetandin tê xwestin ku mêrên bazarvan bên bicihkirin.  Jinên ku li dijî vê pêkanînê li semta Yenî Halê bi dirûşma "Li dijî dizên kedê em di nobetê de ne" hatin gel hev, ji bo ku vekirina bazarê ya mêran asteng bikin dest bi çalakiya nobetê kirin. Jinan nobeta ku êvarê dan destpêkirin heta serê sibehê berdewam kirin.    Heta serê sibehê nobet girtin   Zabitayên ku hatin cihê jin lê di nobetê de ne ji jinan re gotin "Biçin malên xwe. Em destûrê nadin ku li  vêderê bazar bê vekirin." Jinan jî bersîva zabitayan dan û gotin, "We berê jî ev tişt  gotibû, lê dema ku em serê sibehê ji malê derketin we li gel wesayitên zirxî bi mêran re bazar vedikir. Em bi we bawer nabin û em ê heta sibehê nobeta xwe berdewam bikin."   Jineke ku guh neda sermayê û piyê xwe yê girêdayî bi gopalê xwe heta sibehê nobet girt jî Şefîka Ulaş bû.  Şefîka ya ku destê xwe yê çepê kir kulm û rakir wiha got: "Ev der cihê me ye û wê ji me re bimîne."   'Bazara em bi zorê jê derxistin niha mêr lê ne'   Seroka Komeleya Bazara Taxê ya Bagcilarê Xezal Tunç jî diyar kir ku jin bi darê zoarê ji bazarê hatin derxistin û li cihê wan mêr tên bicihkirin û anî ziman ku jin ji bo cihê xwe yê bazarê ji dest nedin di nobetê de ne û wiha got: "Baweriya me bi şaredariyê nayê heta ku em cihê xwe disa bistînin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin."     'Sedema vê rewşê Şaredariya Baglarê ye'   Jina bi navê Fatma Toval ku got wan bi salan li vê qadê bazarvanî kiriye, şaredarî peymana ku hatiye kirin binpê dike  jî wiha berdewam kir: "Ev der cihê destpêkê yê bazarê ku ji bo jinan hatiye veqetandin e. Temînata wê jî şaredariyê û encûmenan dabû.  Peyman jî li gel me heye. Lê niha dixwazin li cihê me mêran bi cih bikin. Ji xwe li hemû cihên bazarên li Amedê mêr hene tenê ev cihê me heye û niha mêr dixwazin vê jî ji dest me bigirin. Em amade ne ku nobeta xwe bi rojan berdewam bikin."   'Zahmetiya vê bazarê jinan kişand niha mêr lê kêfê dikin'   Bazarvana jin Fatma dogan jî diyar kir ku kesekî guh nedida vê semtê, jinan ev semt bi pêşve bir û niha jî mêran çavê xwe bera vê bazarê dane. Fatma roja ku jin ji bazara jiyanê hatin derxistin jî bi bîr xist û wiha got: "Şaredariyê wê demê em ji bazara Jiyanê derxistin û şandin vê semta paşve mayî. Niha çi çêbû ku dest jê berdide.  Hemû zahmetiyên vê semtê me kişandin.  Piştî ku me semt bi pêşve bir niha dixwazin ku me ji vêderê derxînin."   'Bazar ya me ye wê ji me  re bimîne'   Şefîka Uluş jî li dijî bicihkirina mêran a bazarê wiha got: "Em ê jin li mafên xwe yên ku me bi dest xistine derkevin. Tu muçeyê me tune ye ger ku em li bazarê jî nexebitin em nikarin debara xwe bikin û em ê birçî bimînin. Em bazara xwe nadin mêran. Qda Bazarê ya Bagcilarê ya me ye  û wê ji me re bimîne."   https://www.youtube.com/watch?v=fggHFiozlDI&feature=youtu.be