Debara jinên Îdirê ‘Nanê tenûrê’ 2019-02-19 09:04:38   Zeynep Durgut   ÎDİR - Li herêma Serhêdê bi salane nanê herî bi tam bi destê jinan tê pêjandin. Li Îdirê 5 jinan kargeha nan pêjandinê vekiriye û bi he vre bi awayeke hevpar dixebitin.    Li herêma Serhedê bi salane jin nanê rojane yê tenûrê dipêjin. Nanê ku ji aliyê jinan ve bi rojan dihate pêjandin, niha li Îdirê jin kargeha ku nanê  dipêje vekirine û bi çêkirina nanê tenûrê debara xwe dikin. Kargeha ku ji aliyê 5 jinan ve hatiye vekirin, gel eleqeyeke mezin nîşanî wê dide û di encama xebata hevpar de nanê herî bi tam derdikeve holê.    ‘Divê jin hêza xwe ya afiriner nîşan bide’    Têkîldarî bazirganiya nanê tenûrê de xebkara bi navê Necîbe Karakuş axivî. Necibeyê da zanîn ku, her qadên aborî  ji jinan re hatine gitin û wiha axivî;”  Em li vir 5 jin bi hev re dixebitîn. Em serê sibehê saet di 4’an de dest bi kar dikîn û heta êvaran dixebitîn. Destpêkê em hevîr çêdikîn û pişt re em nan dipêşîn. Li vir hemû jin bi hev re dixebitin. Gava ku di warê aborî yan jî manewî de pirsgirêkek jinan hebe, em bi hev re dibîn alîkar. Li vê herêmê ji jinan re bi tu awayî qadên xebatê nehatine vekirin. Li dijî tunebûna kar,me çareseriyeke bi vî awayî dît. Her qadên civakî li jinan qedexe kirine. Lê ya pêwîst ew e ku jin li ber xwe bidin û hêza xwe ya afiriner nîşan bidin. Bila jin nebêjin ku ew nikarîn û zehmet e.  Dikarin. Tişta ku jin nikaribe bike tune ye.”    ‘Em her roj 5 torbeyên ard dipêjîn’   Ji jinan Cahîde Sari jî bi lêv kir ku ew bi pêjandina nanê tenûrê debara mala xwe dike û wiha got:” Em serê sibehê zû radibîn û dest bi kar dikîn. Ji bo ku nanê herî bi tam derbixîn hîna roj hil neda em radibîn. Bi rastî hem em tişteke bi wate, hem jî tişteke girîng dikîn. Kargeha ku  jin tê de  dixebitin kêfxweşiyê dide mirov. Hewcehiya me ya bi mêran tune ye. Em bi keda xwe qezenc dikîn. Em her roj 5 torbeyên ard dipêjîn. Em pir zêde diwestîn, lê em bi keda destên xwe qezenc dikîn.”    ‘Divê jin li ser piyên xwe bisekinin û li ber xwe bidin’   Herî dawî ji xebatkaran Fatma Karakuş jî da zanîn ku jin di her qada jiyanê de ne û wiha dom kir; "Ji berê de heta niha em nanê xwe bi xwe dipêjîn. Berê  me rojên nan pêjandinê dikirin. Niha jî em keda dest didin û li dijî wê qezenc dikîn. Evqas jin bi hev re bin ev tişteke bi wate û girîng e. Divê jin di her qadên jiyanê de cih bigirin. Kesên ku aboriya malê rêve dibin jinin. Lê belê herî zêde jî ked û mafê jinan tê binpêkirin. Ji ber vê yekê jî divê jin li ser piyên xwe bisekînin û li ber xwe bidin.”