‘Hewl didin qêrîna bazaran bi defên şer biçewisînin’ 2019-02-15 09:14:18   Gulîstan Azak   AMED - Esnaf û muşteriyan bertekên tund nîşanî gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên weke ‘firingî-gule’ dan û gotin ‘hewl didin qêrîna bazaran bi defên şer biçewisînin’ û diyar kirin ku şer ne karê gel e, karê Beştepe ye.   Hikûmeta AKP’ê ku her tim hewl dide pirsgirêkên aboriyê veşêre û peyama ‘aboriya me saxle me’ bide gel, xuyaye di 2019’an de êdî nikare krîzê veşêre ku serî li gotinên mîlîtarîst ên krîza aborî rewa dike, dide. Serokomar Tayyîp Erdogan ku beriya hilbijartinê li Sêwasê axivî, ewil li karkerên ku daxwaza kadroyê dike, xeyidî û gotina xwe anî ser bihayên xurekan û got: “Li Efrînê du mehan leblebî, dendik hatin bikaranîn? Gule û bombe hatin bikaranîn. Ev naşibe, firingî, bacan û îsotê. Yahu bifikirin, bihayê guleyekê çiqas e?” Erdogan bi vê gotina xwe jî îlan kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer in.   Gelo rewşa bazaran çi ye? Li bazarê gelek kesên ku tenê ji bo lê bigerin hatine û tiştekî nagirin hene. Esnaf û muşteriyên bazara gel a Ofîsê pirsa me ya ‘firingî an gule?’ bersivandin. Gel bi ken bersiv da pirsa me û piştre jî poşetên xwe nîşan dan.   ‘Tiştek bi me ve nehiştin’   Welatiyekê pirsa me ya ‘hûn dikarin bikirin’ bi nîşandana bihayên firingî, pîvaz û kartolê bersiv da û wiha got: “Yên dikarin bikirin jê re helal be.” Piştre em pirsa ‘gule-firingî’ ya gotina serokkomar ji welatiyê dipirsin û bersivên tund dide me. Welatiyê diyar kir ku serokomar jiyanek ji welatiyan dûr dixî û wiha got: “Ew ne serokkomarê min e. Em perîşan kirin. Tiştek bi me ve nehiştin. Ev gel wê teqez hesabê wê bipirse. Qêrîna bazaran guhdar bikin. Dest ji defên şer berdin.”   Hayriye Gerçek jî bi lêv kir ku wan êdî rengê fêkî û sebzeyan ji bîr kirine û got: “Meaşên tên girtin têr nakin. Hewcedarî pir zêde ne. Poşetên tije jî tune ye. Em çi bêjin kêm dimîne. Em nikarin bigirin. Me rengê goşt ji bîr kiriye. Niha jî em sebze ji bîr dikin.   ‘Em mirin kesê ji bo me bigrî tune ye’   Munevver Er jî bertek nîşanî bihayan da û destnîşan kir ku krîza aborî bi qasî ku nayê veşartin aşkere ye û wiha dawî lê anî: “Bila Xweda alîkarê gelê me be. Gel zilmek wisa nedîtibû. Krîza aborî gel xwar qedand. Em nikarin debara xwe bikin. Bihayên xurekan her tiştî nîşan didin. Hewce bi vegotinê tune ye. Em mirin kesê ji bo me bigrî tune ye.”   Esnaf Cemal Akçîçek jî daxuyakirin ku ew nikarin debara xwe bikin û got: “Gelo bê muşterî bazar dibe? Em çawa qezenc bikin. Pereyê gel tune ye. Qezenca me tune ye. Dibêjin ‘firingî-gule’. Bila bên bazaran gel û esnafan guhdar bikin. Hewl didin bi defên şer qêrîna bazaran biçewisînin. Gel tên xurekên em jê re dibêjin bermayî kom dikin. Li ser vê jî gotin tune ye. Qiral tazî ye agahiya wî tune ye.”