Li Qamişlo kampanyaya paqijiyê didome 2024-05-27 15:10:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya paqijiyê ya ku Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk dabû destpêkirin, li Qamişloyê berdewam dike.   Kampanya paqijiyê ku Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk bi dirûşma "Jîngeha me pêşîniya me ye" bi hevkariya şaredariyên gel ên Qamişlo û Hesekê dabû destpêkirin, didome.   Bi dehan dilxwaz taxa Xelîc a Qamişlo paqij kir. Paqijiya li taxê roja şemiyê dest pê kiribû.   Dilxwaz hefteyê 2 rojan (şemî û duşem) kolanan paqij dikin, çopê radikin û bi endamên komînan re serdana malan dikin da ku çanda parastina jîngehê belav bikin.   Piştî bidawîkirina kampanyayê dê hawiye li gorî pêwîstiyê li hin taxan bên bicihkirin û piştî paqijkirina kolanên Qamişloyê, kampanya dê li Hesekê dest pê bike.