Li Rojhilata Navîn tecrube û mînakên dîrokî (2) 2026-02-06 09:03:19   Partiya Komunîst a Tunusê demên ewil ji ber di alî piştgiriya têkoşîna neteweyî de dereng ma, ji aliyê gel ve jî nehat qebûlkirin û ev rewş bi hatina Hikûmeta Burgîba re hîn girantir kir û partî hat qedexekirin. Heta 1980’ê qedexe bû û legal ma.      Gelawêj Şarbajar    Di 1928’yan de di bin Mandaya Fransayê de Partiya Komunîst a Suriye û Fransayê hat avakirin. Di dema ku bandora Fransayê zêde bûne, bi bandora rêxistinên komunîst ên Fransayê ev partî bi teşe bû. Di partiyê de karkerên Ermenî, Ereb û Yahudî û rewşenbîrên Xiristiyan jî cih girtin. Dirûşmeyên partiyê ‘li dijî emperyalîzmê laîkbûn’ û ‘mafê tayînkirina qedera xwe ya hemû gelan’ bû. Partiya komunîst navbera 1943 û 1950’î de pêşketin nîşan daye. Di 1958’an de bi pêşengiya Cemal Nasir Netewperetiya Ereb bilind bû û vê bandor li xeta siyasî kir. Di 1960’î de bandora netewperestiyê di Partiya komunist de jî xwe daye der. Têkiliyên bi Yekitiya Sovyetê re di vê demê de zêde bûne.     Lê ji ber sosyalîzma reel ji îdeolojiyên netewperest xilas nebûye sazî jî qels kiriye. Şerê navxweyî yê Lubnanê yê di navbera 1975-1990’î de, bi tevibûna partiya komunîst a çekdarî bidawî bûye. Gelek kadroyên wê hatin surgunkirin û qetilkirin. Di roja îro de partiya komunîst bê bandor e.    Tunus    Bandora polîtîkayên çep ên Tunusê bi bandora Partiyên Çep a Fransa û dagirkirina Fransayê re derketiye holê. Partiya Komunîst a Tunusê ku di 1935’an de hatiye avakirin heta 1956’an bi bandor bû. Sazbûna ewil ji rêxistinbûna rewşenbîr û karkerên Fransayê xwedî bû, bi pêşketina Tevgera Destûr a Nû ya di bin lîderiya Habîb Burgîba de şûnde ket. Piştgiriya Îngîlîstanê pozîsyona Burgîba xurt kir û vê jî rola partiyên sosyalîst sînor kir.    Partiya Komunîst a Tunusê demên ewil ji ber di alî piştgiriya têkoşîna neteweyî de dereng ma, ji aliyê gel ve jî nehat qebûlkirin û ev rewş bi hatina Hikûmeta Burgîba re hîn girantir kir û partî hat qedexekirin. Heta 1980’ê qedexe bû û legal ma.     Di 2011’an de bi şoreşa Tunusê re sosyalîst ji nûve derketin holê û xebatên îlegal ên berê birin qada siyasî.     Misir    Tevgera Spartakîst ya ku salên 1920’an de civakên Yahudî, Rûm û Ermenî ava kirin, reviya ewil a fikra sosyalîst a li Misirê ye. Misirê di 1922’an serxwebûna xwe îlan kir, dema partiya VEFIT hat desthilatdariyê; Li dijî polîtîkayên wî yên burjuva û netewperest, aliyên komunîst û sosyalîst di 1930’an de xwe bi rêxistin kirin. Di dema 1945-1952’an de piştî duyemîn şerê cîhanê xizanî, betaliyê rêxistinbûna karkeran zêde kir. Karkerên Yahudî piştgirî dan Partiya Komunîst. Di 1948’an de gelek gerîla tevli şerê Israîl-Fîlîstanê bûn. Bi piştgiriya Îngîlîstanê dewleta Misirê ji bo kadroyên pêşeng biçewisîne ket tevgerê.    Di 1952’an de dema Cemal Abdul Nasir hat destilatdariyê, destûr neda faliyetên Partiya Komunîst. Di 1958’an de hewl daye hemû komunîstan di bin bana dewletê de bîne gel hev û bi tehdîdan zext kir. Ev rewş bû sedema ku sosyalîzma reel veguhere versyona netewperest.     Di 1981’ê de Enver Sedat di çarçoveya polîtîkayên berlêvekirina lîberal de xwest Partiya Komunîst bike bin bana xwe. Di heman demê de gelek komunîst hatin girtin. Di navbra 1981-2011’an de rêveberiya Husnu Mubarek li dijî sosyalîstan zext pêk anî. Di vê hawirê de Birayên Muslimanxwir bûn û qada cemawerî tije kirin. Di pevajoya Bihara Ereban de  bilindbûna şoreşa li Qada Tahrîr, sosyalîstên Misirê xwe ji nûve rêxistin kirin.    Urdun    Partiya Komunîst a Urdunê di 1951’ê de bi bandora têkoşîna azadiya Fîlîstînê hat avakirin û bi taybet li herêmên penaberên Fîlîstînê lê dijiyan hat rêxistikirin. Di 1957’an de demek kurt xebatên legal meşand lê piştre hat girtin. Partiya îlegal xebat meşand, bi berxwedana çekdarî ya Fîlîstînê re tifaq ava kir têkoşîne meşand. Di 1970’ê de bûyera Îlona Reş pêk hat. Kral Huseyîn gerîlayê Fîlîstînê ji Urdunê derxist û vê bandorek mezin li ser komunîstan kir. Piştî vê bername kêm bûn. Di 1990’î de Partiya Komunîst ji nûve derket qada siyasî.    Cezayîr    Partiya Komunîst a Cezayîrê bi bandora Partiya Komunîst a Fransayê teşe bû. Lîderê partiyê ku civakê de zêde nehatin hewandin, li Ewropayê bicih bûn û ji Yahudî û Ereban pêk dihat. Di navbera 1945-1962’an ji aliyê Eniya Rizgariya Neteweyî ya Cezayîrê ve têkoşîna çekdarî hat destpêkirin û destpêkê de Partiya Komunîst piştgirî nedayê. Di 1956’an de bi qedexekirina partiyê komunîst tevli têkoşîna rizgariyê bûn. Di têkoşînê de jina bi navê Cemîle Buhayred di eniya pêş de bû û di çalakiya li dijî Fransayê de di têkoşîna rizgariya Cezayê re cihekî girîng digire. Cemîle Cezayîr piştî serxwebûna Cezayîrê  li Fransayê bicih bûye. Di 1962’an de piştî serxwebûna Cezayîrê Partiya Kedê ya Sosyalîst hatiye avakirin. Heta 1980’ê xwe domand û piştre rêxistibûn avakir û tevli şerê navxweyî yê Cezayîrê ya 1991’ê bû. Vê demê de bandora tevgerê îslamî siyasî zêde bû ya tevgerên çep jî qels bû.    Lîbya    Li Lîbyayê pêşketina tevgerên sosyalîst di bin lîderiya Muammer Kaddafî de teşe bûn. Kaddafî ku bi darbeya leşkerî ya 1969’an hat desthilatdariyê, netewperestiya ereb û îslam xist navenda xwe û xwestiye cureyek sosyalîst pêş bixîne. Ev zêdetir di karekterên navendîbûn û dewletê de pêş ketiye û ji ser desthilatdariyê hatiye pênasekirin. Kaddafi bi hevkariya komîteyên gel îdiaya demokrasiyê kir lê ev hemû bi kontrola dewletê ve hatiye girêdan. Jin teşwîqê rêxistinê kirine lê sînor ji aliyê desthilatdariyê ve hatin xêzkirin. Di bihara Ereban de rejîma Kaddafî hilweşiya û bi vê rejî rêxistina sosyalîst ya bi sînor bû hîn bêtir ji holê rabû.    Sudan    Sudan di alî tevgerên sosyalîst de li Bakurê Afrîkayê di nokteyek cuda de cih digire. Partiya Komunîst a Sudanê ku di 1946’an de hat avakirinyek partiya xwedî pratîka herî kûr e. Ev rêxistin di hemû tevgerên xwendekar û karkeran de xwe rêxistin kirine, di mijara tevlibûna jinan a qada siyasî de gavên girîng avêtine. Di 1969’an de bi darbeya ku di bin lîderiya Cafer Numeyrî de pêk hatiye, şûnde fikrên sosyalîst ketine bin gotina fermî ya dewletê bi partiya komunîst re tifaq hatiye avakirin. Lê piştî demekê Numeyrî hemû komunîst hedef girtiye, partî qedexekir û komunîst girtin. Di 1989’an de piştî darbeya leşkrî ya Omer El Beşîr, rêxistinên sosyalîst ketine bin zextên mezin.    Yemen    Li Yemenê tevgerên sosyalîst li ser Başûrê Yemenê (komara gel) pêş ketiye. Ev rêxistina di 1967’an de ava bûye, di cîhana Ereb de wek pergala herî pêşketî hat avakirin. Partiya Sosyalîst a Yemenê xwe dispêre yekitiya Sovyet û polîtîkayên mafê jinan, reforma perwerdehiyê û çînî meşandiye. Di qadên azadî û nûneriya siyasî ya jinan de jî astek baş bidestxistiye. Di pêvajoya yekbûna bi Bakurê Yemenê re nirxên sosyalîst bûne mijara bazarê, piştî yekbûna di 1990’î de partiyên sosyalîst marjînal bûne. Di 1994’an de bi şerê navxweyî hêzên sosyalîst têk çûne, lîderên partiyan hatine surgunkirin. Ji ber mudxaleyên derve û şerên li erdnîgariyê rêxistinên sosyalîst demek dirêj bê bandor mane.    Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Li Rojhilata Navîn der barê têkoşînên sosyalîst’ wê bê weşandin.    Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosya ‘sosyalîzma civaka demokratîk’ a kovara jîneolojiyê hatiye girtin.    Ya ji Soranî werger kiriye:Komuna wergerê