Paqijkirina siyasetê ya ji desthilatdariyê 2025-12-26 09:02:59   "Rihê yekîtiya aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê jî rihê komunal a demokratîk a jinê ye. Ji ber vê jî hebûna jinan a di têkoşînê de ferz e. Ji ber hebûna jinê tenê bi roja îro pirsgirêkê najîn. Ji paşerojê heta îro  krîzên tên jiyîn hene. Ji ber vê jî divê rihê netewa demokratîk bi hişmendiya azadiya pêk bê."   Ayşegul Ayaz   Nêzîkatiyên dest didin heqîqetê û têkiliya azadiyê ya bi siyasetê re digire dest gelek zêde ne. Lê di roja îro de ev pênasekirin û hewldanên berlêvekirinê kem in. Di vê pêvajoya ku modernîteya kapîtalîst civak xistiye bin lepê xwe, bi awayekî radîkal jiholêrakirina xeta pergalê zehmet tê dîtin. Divê siyaset bê avakirin û ji desthilatdariyê bê paqijkirin û demokratîkirin. Heta gotin, çalakî û serhildan ji derveyê desthilatdarî û dewletê nemîne dîsa jiyan hepsê têkiliyên serdestiyê dibe. Jin ji vê re dibêjin ‘jiyanek din pêkan e’. Di serî de jin û aliyên civakî yên demokratîk di serhildanên herî radîlkal de mahkumê pergala destpotîk dibin. Me ev di bihara ereban de bi awayekî herî êş tecrube kir.   Di 17’ê Kanûna 2010’an de li bihara Ereban li Tunusê hat dsetpêkirin û vê pêvajoyeke nû bi xwe re anî Rojhilata Navîn û cîhanê. Ev pêvajo wek pêla serhildana di serî de jin û ciwan, hemû aliyê demokratîk pêş ket. Ji ber dînamîkên berxwedanê ne xwedî rêxistinbûn û perspektîfek polîtîk bûn kaos her çû giran bû û daxwazên azadiyê bi darbeyan hatin manupulekirin. Seranserê pêvajoyê daxwaza azadiyê ya gelan kirin qurbanî û desthilatdariyan xwe li ser du xetan dan nîşandan.   Yek ji vê xeta karekterê despotîk, dij zanistî, olperest û şerîatî ye. Ya din jî xeta netew-dewlet, netewperestî û hegemonya welatên Rojava ye.  Her du xet jî ji bilî kodê netewperestî, olperestî û zayendperestî alternatîfê pêşkêş nakin. Bi modela rêveberiya desthilatdarî û sermayê daxwazên demokrasî û azadiyê yê gel manîpule dikin.   Ev pêvajoya ku sedsala me ya nû teşe bike, bêguman piralî hat destigritn û nirxandin. Ji bo hêzên derveyê pergalê jî yek ji nokteya esas a divê bê girtin; di dema pêvajoyên berxwedanê de li dijî pergalê rêxistin kêm dibîne û hêzên xwe naspêre nirxên demokratîk wê li dijî pergalê biser nekevin. Ji ber vê jî di pêvajoya Bihara Ereban de gotina ku Tevgera Azadiyê û Serokatiyê îfade kir a ‘divê xeta sêyemîn esas bê girtin’  veguherî cihekî ku hişmendiya azadiya hemû bindestên cîhanê herikiye.   Xeta Sêyemîn Pergala Modernîteya Demokratîk bixwe ye   Rojava bû berxwedana paradîgmaya civaka azadixwaz a jin, ekolojîk û demokratîkbûnê û nîşan dide ku xeta sêyemîn polîtîkaya esas a serkeftinê ye. Ev pergala ku rihê xwe ji teoriya netewa demokratîk digire û bi konfederala demokratîk avakirina pratîk rêxistin dike, modelek xurt a siyaseta demokratîk îfade dike.   Xeta sêyemîn pergala modernîteya demokratîk bixwe ye. Divê ev wek senteza hêzên pergalê neyê dîtin. Li dijî xetên li hember civakê, ev xet li dijî pergalê alternatîf e. Di xeta sêyemîn de siyaseta demokratîk tê nîqaşkirin. Ji bo jiyaneke nû ya bi feraseta demokrasiyek radîkal tê afirandin divê xeta sêyemîn rast bê fêmkirin. Pergala demokrasiyê di dîroka têkoşînên demokrasiyê ya cîhanê de bi dema xwe berlêvekirinê îfade bike jî  di çarseriya prisgirêkên civakî de bi hemû dînamîkên xwe xwedî taybetiyeke demokratîkirina rêveberiyê ye. Di vê modela rêveberiyê de gel raste rast xwedî gotin nîne; li şûna vê nûnerên xwe hildibijêrin û biryarê didin ku çawa bên birêvebirin. Bi hevkariya saziyên wek parlamento, meclîs û hikûmetan rêveberî tê avakirin û mekanîzmayên biryarê bi rêgeza piraniyê tê bikaranîn.   Çareseriya demokratîk hîmê siyaseta demokratîk e   Bêguman ligel vê beşek mezin a civakê li dijî terza siyaseta ku netewperestiyê diafirîne îtîraz dikin. Esasa van îtîrazan mdoela avakirina siyaseta demokratîk e. Seranserê dîrokê riyên çareseriyê hatine pêşxistin. Di pêvajoya hûnandina rê û kanalên siyaseta demokratîk de, afirandina çareseriyên dij-desthilatdariyê, bêyî ku ji xeta demokrasiya radîkal dûrve dikare xeta rast a alterantîf bê afirandin. Ev ferast , tevlibûna civakê ya pêvajoyên rêveberiyê esas digire. Tenê bi hilbijartinan pênasekirina demokrasiyê nayê xwestin. Kesên di vê pergalê de cih digirin di pêvajoya aştiyê de bi îrade û hêza xwe tevli dibin. Bi vî awayî ji xeta civakê çanda demokrasiyê pêş dikeve û welatiyên xwedî hişmendî û azad dertê holê. Bi vî awayî yekitiya gotin û çalakiyê tê afirandin. Îradeya her dînamîkê jî dertê holê.   Rihê yekîtiya aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê jî rihê komunal a demokratîk a jinê ye. Ji ber vê jî hebûna jinan a di têkoşînê de ferz e. Ji ber hebûna jinê tenê bi roja îro pirsgirêkê najîn. Ji paşerojê heta îro  krîzên tên jiyîn hene. Ji ber vê jî divê rihê netewa demokratîk bi hişmendiya azadiya pêk bê. Di esasê çareserkirina zîhniyeta serdest a mêr de şertê ewil divê şoreşa zîhniyetê pêk bê. Divê li dijî gotin û çalakiyên zîhniyetê civak parastina cewherî pêk bîne. Di vê nokteyê de li têkoşîna ku tevgera azadiya jinên kurd dimeşîne nêrîn mêzekirin, wê bide fêrkirin.   Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş wê bi sernavê ‘Terza siyasetê ya xeta azadiya jinê’ bê weşandin.   *Ev nivîs ji hejmara 34’emîn a mijara dosyaya ‘Xeta sêyemîn’ a kovara jineolojiyê hatiye girtin.