Komun û bîra hevpar (2) 2025-11-28 09:04:40   "Ji ber ji bo kal û pîrên Zapatîstayiyan ax pîroz bû, dayik bû, çavkaniya hemû zindiyan bû. Ji ber vê jî  fikra wan ev ku hevpar axê biçînin, biparêzin.  Lê ev teşeyê jiyana komun, ji bo xwediyên çewlîgan û hikûmetan wek ‘derveyê qanûnî, xetere’ hat dîtin û her tim rastî êrişan hatin..."   Azîze Aslan   Zapatîstayîn diyar dikin ku pirsa çima hemû gelên berxwedêr yên cîhanê hewl didin di esa komun-hevpariyê de jiyanekê ava bikin, ji xwe dikin. ‘Me pirs kir ku ev hewes ji ku tê’. Tişta kifş kirine ev e: Bîr, bîra gelan. Beriya mulkiyeta taybet bi sedsalan e, bi hezaran salane bîra gelê berxwe dide ye. Ji ber vê  jî fêmkirine ku destpêkirina vê meşê ji derxistina holê ya bîrê dest pê dike. “Ji ber vê jî beriya kapîtalîzm û dewletan, derxistina holê ya gel divê çawa bijî û jiyanek wekhev pêkan e.”   Yek ji esasên ku dewletan li dijî binpêkirina kapîtalîzm û dewletan afirandiye bîre. Bîr yekemîn hevkariya nifş bi nifş heta îro hatiye. Armanca dewletan a hilweşandina herêman, gel ji warên wan kirin, zext kirin, qirkirin û zilm meşandin, ev e ku bîra berxwedanê ji holê rabikin. Her ku bîr ji holê rabe, mulkiyeta taybet û pevçûnên dertên holê jiyanê wêran dike. Ji ber dema ax aydê hinekan bin ev tê wateya ku ev dijberên yên dine. Yanî belgeya tapoyê di esasê de nabêje ‘ev ya te ye’. Dibêje ‘ev ne ya kesên dine’. Belê ev jî îlankirina serkeftina pergalê ye. Ji ber vê jî yekane gava tevgerên hewl didin li dijî pergalê jiyaneke alternatîf biafirînin, zindîkirina bîra civakî û mezinkirina vê bîrê ye.   Ji bo vê hewce nedikir Zapatîstayî biçin dûr. Ji kal û pîrên xwe pirsîn. Dema ji bo xwe kokên têgehên ‘komun-hevkariyê’ aşkerakirin, diyar dikin ku ev ne fikrek nû ye, kal û pîrên wan 80, 90, 100 sal berê ev tecrube kirine. Diyar dikin ku gotina ‘komun-hevkariyê’ çend roj berê derneketiye holê li dora kal û pîrên wan hatiye jiyîn. Diyar dikin ku ji destê patron û xwediyên çewlîgan yên ew kirine kole, rizgarbûyîn, bi hevkariyê, yekitiyê pêkane. Zapatîstayî diyar dikin ku kal û pîrên wan yên zilm dîtine bi hev re bûne hêz, xwe parastine û ji destê patronan reviyane û  li çiyayan civakên xwe ava kirine li her derê komun-hevkarî ava kirine. Di vir de ya girîng ev ku ax nedihat parçekirin û nedihat gotin ev ya te ye ev ya me ye. Ji ber ji bo kal û pîrên Zapatîstayiyan ax pîroz bû, dayik bû, çavkaniya hemû zindiyan bû. Ji ber vê jî  fikra wan ev ku hevpar axê biçînin, biparêzin.  Lê ev teşeyê jiyana komun, ji bo xwediyên çewlîgan û hikûmetan wek ‘derveyê qanûnî, xetere’ hat dîtin û her tim rastî êrîşan hatin.   Zapatîstayî, dewlet feraseta hevpar a axê çawa tune dike, vedibêjin. Hikûmetê dibin desthilatdar, di bin navê ‘qanûnîkirina axê’ de sertîfîkayên çandinî didin gundiyan û wek xwediyên rast yên axê îlan kirin. Armanca van belgeyan ev bû ku ji wan re bêjin ‘kes nikare axa we ji we bigire, ya we ye hûn azadin, mafê we heye’. Bi vî awayî dixwestin ferasta başiya kolektîf ji serê wan dilê wan derxin.   Gundiya ev erênî pêşwazî kirin, ji ber wiha fikirin: “Hikûmet başiyê dike û belgeya axa me dide me. Em ê di ewlehiyê de bin, em çi bixwazin dikarin bikin.” Lê ev pêkanîn ji bo parçekirin, alavkirin û taybetkirina axê bû. Her ku ax bû alav biha derketin holê zêde bûn lê ji bo jiyanê nirxa xwe winda kir. Di dawiyê de gundiyên xizan yên axa xwe firotin vguherîn gundiyên bê ax. Axayan, şîrket û dewletan ax destê xwe de kom kirin.  Axayan, şîrket û dewltan ev ax xistin ximzeta çandiniya endustriyel û curebûna çandî ji holê rakirin, civak bê xurek hiştin.   Ev zor û zehmetî bi qasî ya Zapatîstayiyan ya hemû mirovahiyê ye. Ji ber vê jî di komunan de hevkarî  hewce dike. Zapatîstayî vê nêzîkatiya teorîk bi modela ‘xebata hevpar’ vediguherin pratîka şênber. Beşeke axa ji nûve hatiye girtin wek ‘axa xebata hevpar’ tên îlakirin û li vir bi deyn didin civak kesên ji gelê Maya yên li herêmê dijîn. Gundî tên gel hev û digihêjin  peyama ‘xebatên hevpar.’ Axa ku bi xebata hevpar tê çandin bi usula ‘rostasyonê’ tê diyarkirin. Hilberîn aydê xebatkarene lê ax ne mulkiyeta tu kesiye. Bêyî cudakiriya ol, nîjad, zayendê her kes dikare li ser van axan bixebite.   *Nîşe: Sêyemîn beşa nivîsê wê hefteya pêş bê weşandin.   *Ev nivîs ji hejmara 35’emîn a mijara dosya ‘Sosyalîzma civaka demokratîk’ ya Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.