Konfederalîzma demokratîk a jinên cîhanê 2025-09-05 09:03:44   "Dema em behsa konfederalîzma demokratîk a jinan a cîhanê dikin, easê gelek girîn yên divê zelal bibinhene. Yek ji van jî der barê pergala rêvebreiya konfederalîzma jinê ye. Aşkeraye ku bi torên bê form û nerm nikare pêşengiya têkoşîna şoreşê  bê kirin. Lê alternatîfa vê ne hiyerarşî û burokrasiye jî."   Çîçek Solmaz   Konfederalîzma demokratîk a cîhanê ne pêşniyarek rêxistibûnê ya nû ye. Sîstematîka pir alî ye. Ji herêmî heta globaiyê derfetên avakirina konfederala demokratîk heye. Konfederalîzm hem herêmî hem global hem jî netewî de dikare bê avakirin. Lê ger ku hîmê wê de biçûkxistinek hebe her tevgera jinê di qada netewî û navneteweyî de dikare xwe rêxistin bike. Yekîneyên jinan yên Konfederalîzma demokratîk ji federasyon û sîwaneyên rêxistinan re alternatîfê ava nake. Lê wan jî dihewîne. Tifaqên ava kirine bêyî xweserbûnên xwe winda bike, modeleke zemîna têkoşîna berfirehe. Xwedî şansê têoşîna hevpar û pêşxistina kordînasyonê ye. Ya girîng eve ku her cudahî xweserin û ji hev berpirsin. Konfederalîzma demokratîk bi tu awayî serdetsiya mêr nafirîne.   Di vî alî de konfederalîzma demokratîk ne tenê sazbûneke heman demê de formeke hûnandina zîhniyeta azadiyê ye. Di feraseta rêxistibûna wan de nêzîkatiyên çînî, hiyerarşîk, olperestî, netewperestî tuneye. Konfederalîzma demokratîk modeleke ku hêza xwe ji tabana xwe digire û xwe dispêre têkoşîna jinê ye. Rêxistibûnên herêmî yên jinan tifaq û demokratîkbûnê îfade dike. Ji ber vê jî dema em dibêjin konfederalîzma jinan a cîhanê divê rêxistibûnên herêmî hebin û pêş bikevin. Bêyî rêxistibûnên ji herêmî wê yekîne neyên pêşxistin.   Kofederalîzma demokratîk bi her alî asteke rêxitibûnê ya mezin dibe ye. Sîstematîka rêxistibûn û sazbûnên konfederalîzma jinan a demokratîk a hatiye avakirinê ye. Ji ber vê jî bêyî konfederalîzmên demokratîk yên herêmî li cîhanê ne pêkane behsa konfederalîzma demokratîk a jinan bê kirin. Rêxistibûnên jinan yên herêm bi herêm divê hev temam bikin û bi tifaqê pêş bikevin. Dîsa di sînorên heman erdnîgariyan de di esasa konfederalîzma demokratîk de ji yekê zêdetir dikare konferasyonên jinan ên demokratîk hebin.    Jinên cîhanê ji bo têkoşîna azadî û wekheviyê li dijî her cureyê êrîşan mezin bikin ne hewceya rêxistibûnên navendî bikin. Riya çareseriyê ne herêmî û gerduniye. Dikare çalakiyên polîtîk yên encamê digirin pêş bikevin. Ji ber vê ji her cureyê parçeyên aydê serdestiya mêr xwe rizgarkirin girînge. Heman demê de bi têkoşîna herêmî û global dikare xeta têkoşînê bê avakirin û bersiva êrîşan bê dayîn.   Dema em behsa konfederalîzma demokratîk a jinan a cîhanê dikin, easê gelek girîn yên divê zelal bibinhene. Yek ji van jî der barê pergala rêvebreiya konfederalîzma jinê ye. Aşkeraye ku bi torên bê form û nerm nikare pêşengiya têkoşîna şoreşê  bê kirin. Lê alternatîfa vê ne hiyerarşî û burokrasiye jî. Wek me li jor jî got di konfederalîzmê de nîqaşa esas  îradeya biryarê tabane yanî yekîne bixwe ne. Kordînasyon ji bo îcrakirina van biryaran rola esas dilîzin. Diyarkirina rê, rêbaz û mekanîzmayên rast wê riya herî baş be.   Heman tişt ji bo rêgezên esas yên konfederalîzma jinan a cîhanê jî derbasdare. Divê têkiliya navbera cudahiyan û hevkariyê de di esasa demokratîk de bê diyrkirin û şênber bibe. Konfederalîzm curebûnek bi heybet dihewîne. Curebûn wekhev dîtin zîhniyeta netew-dewletê ye. Lê ji gerdunê derxistina asta civakî wê potansiyelek bi heybet a azadiyê derxe holê.Ji bo pêkhatina vê potansiyelê divê rêgezên ahlaq, azadî û demokrasiyê bê diyarkirin û li ser vê hevkarî pêk bê. Wekê din wê tevlihev û xitimandin derkeve holê.   Peywirên rêxistinî bi kordînasyona heyî ne sînore. Ji sedsala 21’ê bibe sedsala şoreşa jinê divê hemû biçin hemû saziyan. Ji bo pêşxistina têkiliyek bi bandor, divê rojev bên avakirin, nîqaş bên meşandin û têkoşîn bê meşandin. Ji bo vê jî di qada sazî û çepemeniyê de jî sazî pêwistin.   Şoreş ji bo me bi aliyekî bersiva pirsa ‘divê çawa bê jiyînê?’ ye. Bi rastî em jin jiyanek çawa dixwazin? Em dixwazin çawa di jiyana civakî de cih bigirin? Em pergalek perwerde, tenduristî, aborî û siyasetê ya çawa hedef dikin? Ji bo bersiva van pirsan bê dayîn divê têkoşîn bê meşandin. Divê em torên konfederala demorkatîk ava bikin.   Encamên têkiliyên mêtîngerî û serdestiyê de em bi gelek pirsgirêkên aborî û astengiyan re tên rû hev. Di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de yek ji peywirên esas ji b ovan pirsgirêkan çareserî pêşxistine.   Konfederalîzma demokratîk hedefên polîtîk yên demdirêj dihewîne, plansaziyên çalakiyên ast bi ast pêş dixîne û di esasa çareseriya hewcedariyan de xebatan dimeşîne. Ji bo jin li dijî her cureyê êrîşê sekna xwe ya bi bandor nîşan bide têdikoşe.    Konfederalîzma jinan a cîhanê ligel peywirê rêxistinbûn û çalakiyan di qada îdeolojî, teorî û zanistê de jî xwedî peywirên berfirehe. Derewa herî mezin a lîberalîzmê, îdiya derbasbûna îdeolojiyane. Bi vê manîpulasyonê dixwaze hegemonya xwe ya îdeolojîk bike bin ewlehiyê. Zayenperestî îdeolojiye. E jin her saniye her deqe bi êrîşan re tên rû hev. Êrîşên fîzîkî çavkaniya xwe ji îdeolojiyan digirin.Pergala serdest ya mêr ji roja ava bûye srî li gorin û alavên îdeolojîk dide. Li dijî îdeolojiyên serdestiya mêr, bêguman divê têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan îdeolojîk be. Pergala kapîtalîst û îdeolojiya lîberalîzmê, bi armanca bêbandorkirina îdeolojiya sosyalîst propagandayan dike. Pergalên serdest mirovan û civakan bê îdeolojî dihêle û bê parastin dihêle. Ev herî zêde ji bo jinan derbasdare. Divê em li dijî pergala kapîtalîst têkoşîna îdeolojîk bimeşînin. Pêşxistina kokeltîf a nêzîkariyên îdeolojîk ji bo şoreşa jinan ferze.   Peywirê entelektuel û zanistî yên konfederalîzma jinê xwediyê wê ye hene. Ji bo rastiya jinê û pisgirêkên girêdayê wê yên civakî bên ronîkirin divê xebatên sazîbûnan bê meşandin. Bi taybet divê têkoşîna me bê xurtkirin, serkeftin bê mezinkirin. Ji bo pêşxistina stratejiyên rêxistibûn û têkoşînê hewce bi xebatên entelektuel û zanistî heye. Hewce bi akademiyên jinan yên azd hene. Xebatên akademiyê wê encamên xurt bidin.   Peywira sereke ya lezgîn jî rêxistibûna parastina cewherî ya jinan e. Li dijî êrîşên li hember jinan parastina cewherî girîng e û ji bilî pêşxistina vê riyek din namîne. Parastina cewherî divê pir alî bê destgirtin. Divê em jin beriya her tiştî hedefa avakirina feraseta parastina cewherî ya hevpar bikin. Lê em ji niha de dizanin ku wê her tişt gelek xweşik be.    * Ev nivîs ji hejmara 32’emîn a mijara dosya ‘konfederalîzma jinê’ ya Komara Jineolojiyê hatiye girtin.