Li dijî cudabûn û hatina gel hev girtin, dîlgirtin û tecrîd 2025-07-11 09:02:35                      "Em bi vê dibînin ku mirin û jiyan ne dijberên hev in û cudahîbûnek e. Em nirxa hebûnê hîn baştir fêm  dikin û em li dijî dîlgirtin û tecrîda hebûna xwe derdikevin. "   Beşa duyemîn    Nazan Ustundag    Dema tecrîdê difikirim Cejna Miriyan a Meksîkayê tê bîra min. Di vê cejnê de dibêjin mirî di navbera mirovan de digerin. Ji bo vê gera wan amadekarî tên kirin. Tevgerên civakî miriyên xwe bi israr di rojevê de dihêlin û belkî jî ev refleksa berxwedana li dijî tecrîdê ye. Miriyên xwe bibîr tînin di rojevê de dihêlin. Mirin û jiyan di heman demê de hene. Em bi vê dibînin ku mirin û jiyan ne dijberên hev in û cudahîbûnek e. Em nirxa hebûnê hîn baştir fêm  dikin û em li dijî dîlgirtin û tecrîda hebûna xwe derdikevin.    Dîlgirtina mezin tecrîdkirina hêza me ya xeyalê û dîlgirtina wê ye. Modernîtaya kapîtalîst; ji siyaseta ewlehiyê bigirin heta nifûsê, deyndariyê, bê mal û milk hiştinê bi hemû aliyan hunera dîlgirtinê ye. Hewl dide hemû surprîzên pêşerojê tune bike. Cih biteşe dike û li ser demê xwe ferz dike. Îhtîmala cudahîbûnê ji holê radike. Yên li dijî vê rabin jî tune dike.    Dema em dibêjin cudahî em tenê behsa cudahiyên nasnameyan nakin. Ev cudahî, çiqas û çawa dikare dîl bê girtin, çawa bê bandor bê hiştin û enerjiya wan çawa bê mijandinê, diyar dike.    Qirkirina jinê, qirkirina nîjadê, ax wek mulk dîtin; faliyetên madenê yên li ser axê, bi balafirên bê mirov êrîşkirin dibe ku cuda be lê mantiq her tim wek hev e. Hemû di encama daxwazeke çavsor de pêk tên.Tecrîda herî mezin jî bawer im tenêtiya hatiye ferzkirinê ye.    Di nava malbatê de hepsbûn, di netewê de hesps bûn û li kargeriyan heps bûn. Her kes vê qederê yekane dibîne. Wek nakokiyek civakî nabînin. Nayê redkirin. Her tim tê taloqkirin.    Mêr tevî ku çete ye her tim wek qehremanekî tenê  tê dîtin. Dewlet kesên li dijî tecrîdê her tim li girtîgehan tecrîd dike. Li Giravan tecrîd dike…    Dijminê herî qedîm yên dewlet, partrîarka û kapîtalîzmê, têkiliya ku mirov bi zarokên xwe re cuda bikin û bigihînin diyalektîkekê. Dayiktî çawa bi pazar, hişmendî, nasnameya çîna navîn, heteroseksuelî û saziya malbatê ve tê girêdanê re, her roj siyasetek nû tê pêşxistin. Fanteziya herî mezin a patrîarkayê, vejîna bêyî dayik a Atena ya di hişê Zeuste ye. Ev di mîtolojiya mezopotamyayê de, bavê Enkî Apsu di avê de Marduk çêkiriye. Marduk di dawiya çîrokê de dayik Tîmatê dikuje. Bedena mirî ya Tîamat dibe cihê vejîna mirovahiyê ye.     Li gorî min femînîzma têkiliya dewlet û patrîarkayê ya bi dayiktiyê re fêm nake. Dayik hem dîlgirtî, hem di tecrîdê de ye. Her tim bi beden, rih, zanîna xwe dûr dikeve, cuda dibe, digihêje xweza û mirovahiyê. Şûnde gavê navêje dayik. Vîdeoyek hebû. Leşkerekî Rûs û yekî Ukraynayî pevdiçinin. Leşkerê Ukraynayî beriya bimire ji yê Rûs re dibêje ‘Belê temam tu ji min baştir î. Leşkerê herî baş yê cîhanê ye’.  Ji wî dixwaze ku demên wî yên dawî de wî tenê bihêle û bi dayika xwe re dikeve sohbeta xeyalî.    Têgehek girîng ya pêşengê tevgera ABOLÎSH! Joy James heye. Têgeh wek dayiktiya dilgirtî (captive maternal) dikare bê vegotin. Dayik ji bo xwe û zarokên xwe her tim ji ser polîtîkayên civakî, avahî, deyn dîl tên girtin. Lê tevî hemû hewldanan nayên tecrîdkirin. Zarokên xwe jî her tim serhildêr mezin dikin. Ev zarok her çiqas bên girtin jî dayikên wan ji bo wan têdikoşin.    Welatê lê me Srî Lanka û tevgera Kurd ya ku xwe nêzî wê dibînim û wek mala xwe dibînim. Ez nivîsa xwe bi Srî Lankayê biqedînim.    Srî Lanka welatekî zehmet e. Bi pêlên pasîfîk, pêşû, nem, bayê ji Hîndîstanê tê germa xwe.  Modernîtaya kapîtalîst bandorek mezin li ser Srî Lankayê kiriye. Ligel meznahiya bi xof a Hîndîstanê, bi nifûsa xwe ya 22 mîlyonî balê dikşîne. 20 sal berê qirkirina Tamîl pêk hat.Ya herî bala min dikşîne entelektuelên Srî Lankayê welatê xwe her tim yek dibînin. Di 2022’yan de wan jî serhildanek mezin a qadê jiyanê û dagirkirinek ku heta serowkezîrê wan dest ji peywirê berdaye dane destpêkirin. Piştre jî di encama lihevkirinan de şoreşa wan ji aliyê serokê din ve dîl hatiye girtin. Hilweşîna neolîberal hîna xweza Srî Lankayê bi giştî dîl negirtiye. Pêlên wan yên pasîfîk belkî niha dîl nehatibe girtin lê nayê zanîn ku qedera Barên Muson wê çawa be.     Ev nivîs ji hejmara 33’yemîn a mijar a dosyaya ‘tecrîd û girtin’ a kovara jîneolojiyê hatiye girtin.