Ji bo doza Şîmonî Dîrîl serlêdana Dadgeha Bingehîn hat kirin 2026-07-28 15:22:48     ŞIRNEX - Ji bo doza Şîmonî Dîrîl parêzerê malbatê Rojhat Dîlsîz serlêdan li Dadgeha Bingehîn kir.   Di doza Şîmonî Dîrîl a ku 7ê çileya 2020an de li gundê Mêhrê yê navçeya Elkê ya Şirnexê bi hevjînê xwe Hurmuz Dîrîl re winda bûbû û piştre cenazeyê wê hatibû dîtin de Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê derbarê kesên ku dihatin darizandin Behçet Oztûnç û Îsmaîl Yildiz de biryara beraetê da.   Li ser biryara Dadgeha Bilind parêzerê malbata Dîrîl, Rojhat Dîlsîz derbarê beraeta Behçet Oztûnç û Îsmaîl Yildiz de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Rojhat Dîlsiz di serlêdana xwe de diyar kir ku daraza pêk hatiye ne bi awayekî edaletî pêk hatiye. Her wiha Rojhat Dîlsîz di daxwaznameya xwe de bal kişand ser lêpirsîna dozê û da zanîn ku di lêpirsîna dozê de gelek kêmasî hene.   Di daxwaznameya hatiye dayîn de hatiye xwestin ku biryara beraeta Dadgeha Bilind daye Behçet Oztûnç û Îsmaîl Yildiz were xerabkirin û kujerên li ser wan guman hene werin cezakirin.   Çi bûbû?   Welatiyên bi navê Hurmuz Dîrîl (71) û hevjîna wî Şîmonî Dîrîl (65), di 11ê çileya sala 2020an de li gundê Mêhrê yê navçeya Elkê ya Şirnexê winda bûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîlê, piştî 70 rojan hezar û 500 metreyan dûrî mala wan, di rûbarê Hêzilê de hate dîtin. Lêbelê heta niha jî aqûbeta Hurmuz Dîrîl nayê zanîn. Têkildarî mirina Şîmonî Dîrîlê de, li Apro Dîrîl, Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz bi sûcên ‘Bi hesta cinawirî û bi îşkenceyê kuştiye’ û ‘Bi plan kuştine’ doz hate vekirin. Dadgehê, di 21ê tîrmeha 2023yan de ji ber her du sûcan cezayê muebbedê da Apro Dîrîl û ji bo Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz jî biryara beraetê da. Dozgeriyê, têkildarî Hurmuz Dîrîl ê ku 6 sal û 2 meh in tu agahî jê nayên girtin, îdianameyeke cuda amade kir. Di îdianameyê de Apro Dîrîl, Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz ji sûcê ‘Kuştina biqesdî’ weke gumanbar tê de cih digirin. Darizandina ji ber doza Hurmuz Dîrîl hatiye destpêkirin berdewam dike û danişîna bê di 8ê îlona 2026an de dê pêk were.