Li Şirnexê bi giştî 96 sal ceza li siyasetmedaran hate birîn 2026-02-06 13:07:20   ŞIRNEX - Sala 2016’an li navçeya Hezex a Şirnexê 15 kes hatibûn binçavkirin ku siyasetmedarên Kurd jî di nav de hene. Di doza derbarê 15 kesan de biryar derket holê.   Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Şirnexê bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” bi giştî 96 sal û 3 meh cezayê hepsê li 13 kesan birî.   Dadgehê li 12 kesan cuda cuda 7 sal û 6 meh ceza birî û li yekê jî 6 sal û 3 meh cezayê hepsê birî. Derbarê 2 kesan biryara berdanê hate dayîn.   Parêzeran diyar kir ku dosya nêzî 10 sal in didome, îspatên nû nehatine dîtin û biryar di rêjeyeke mezin de xwe dispêre şahidên veşartî û destnîşan kir ku bêyî îspatek şênber siyaseta demokratîk tê cezakirin.