Dosyeya doza 8 rojnamegeran hat cihêkirin 2025-04-18 14:39:54   STENBOL - Danişîna ewil a çalakvan û rojnamegerên ji ber çalakiyên Saraçhaneyê tên darizandin hate lidarxistin. Li ser daxwaza parêzeran, dosyayên 8 rojnamegeran ji dosyayê hatin cudakirin.   Rojnameger Zeynep Kuray, Hayrî Tunç, Bulent Kiliç, Gokhan Kam, Yasîn Akgul, Alî Onur Tosun û Kurtuluş Ari, ji ber şopandina çalakiyên protestoyî yên li dijî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” hatibûn binçavkirin û girtin. Piştî îtîraza parêzeran, Rojnameger di 27ê Adarê de hatin berdan. Di çarçoveya heman lêpirsînê de, der heqê rojnameger Emre Orman de jî doz hate vekirin.   Danişîna ewil a 8 jê rojnameger bi giştî 99 kesan, li 62yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Stenbolê dest pê kir. Ji ber ku hejmar zêde ye, kesên tên darizandin birin eywana 27emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê.   Li gel endamên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), her wiha Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Turgut Dedeoglû û rêveberên sendîkayê jî danişînê şopandin.   Rojnameger û kesên din ên tên darizandin, di danişînê de amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.   Piştî parastinan dadgehê piştre biryara xwe da û dosyayên 8 rojnameger û 4 parêzeran ji dosyayê cuda kir. Roja danişîna doza rojnamegeran nehat diyarkirin.