Bû sembola zarokên hatine qetilkirin: Narîn Guran 2025-03-10 09:05:23   Gulistan Gulmuş   AMED - Parêzer Canan Atabey da zanîn ku piştî qetilkirina Narîn Guran welatî xwedî li dozê derketine û got ji bo bûyerên wek ên Narînê zêde nebin divê di destûra bingehîn de guherîn bên kirin.    Di 2024’an de li Tirkiye û Kurdistanê qetilkirina jin û zarokan zêde bûn. Tevî vê darazê bi biryarên ‘rewşa baş’ kujer xelat kirin û qetilkirin nehatin dîtin.    Narîn Guran a 8 salî li gundê Çulî yê Rezana Amedê di 21’ê Tebaxa 2024’an de winda bû û cenazeya ê 19 roj şûnde di Çemê Egertutmaz de hat dîtin.   Piştî bûyerê di rayagiştî de bertekên mezin derketin holê û xemgîniyek mezin hat jiyîn. Bi rojan ji bo Narîn Guran çalakî pêk hatin. Narîn Guran bû wek semolekê.   Yekem rûniştin di 7’ê Mijdara 2024’an de hat dîtin   Yekemîn rûniştina doza Narîn Guran li 8’emîn dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin û dê, bira, îtîrafkar Nevzat Bahtiyar û ap Salîm Guran bi dawaza cezayê meubetê derketin pêşberî dadger. Rûniştinê sê rojan berdewam kir û taloqî 26’ê Kanûna 2024’an hat kirin.   Di rûniştina duyemîn de li gumanbarên girtî dayik Yuksel Guran, ap Salîm Guran û li bira Enes Guran cezayê muebetê hat birîn, li gumanbar Nevzat ji sûcê ‘tunekirina delîlan’ 4 sal û 6 meh ceza hat birîn.   Qetilkirina Narînê hîna nehatiye ronîkirin. Endama Baroya Amedê parêzer Canan Atabay ku ji destpêkê de dozê dişopîne ji ajansa me re axivî.   ‘Divê Nevzat cezayê muebeta giran bigire’   Canan Atabay balkişand ser xebatên dema ewil hatine meşandin û çawa delîl kom kirine û wiha got: “Wek her kesî em parêzer jî dikarin pêvajoya darizandinê rexne bikin. Di darizandinê de kêmasî çêbûn, ev şaşî çêbûn. Lê peywira me hiqûqnas an jî mirovan nîqaşa li ser delîlan e. Ne wisa ‘Ez çûm gund wisa gotin min bawer kir’ ne. Min du rûniştin jî temaşe kir. Li her derê cîhanê mirovên xizan dikevin pozisyona dezavantajiyê. Ne ku ez Nevzat diparêzim. Li gorî min Nevzat jî kujer e. Divê cezayê herî giran li Nevzat jî bê birîn.”   ‘Em ê dosyayê bişopînin’   Canan Atabay bi lêv kir ku li ser hesabên çapemeniyê bi parvekirinan hewl hat dayîn serê bûyerê bê girtin û got: “Em dikarin darazê rexne bikin lê dema em vê bikin divê em nebin  sedema hinek tiştên din. Di çapemeniya civakî de weke ku Narîn nehatiye qetilkirin, her kes bê guneh e hat nîşandan. Lê rastiyek heye Narîn hat qetilkirin. Niha dosya li îstînafê ye. Bêguman wê gotina dawî dîsa daraz bide. Em hêvî dikin ku wê xwîna Narînê li erdê nemîne. Em ê wek baro dozê bişopînin.”   ‘Bila hestê xwedîderketina li Narînê winda nebe’   Canan Atabey got piştî qetilkirina Narîn Guran gel bertekên mezin nîşan dane û divê ev bertek di bûyerên din de jî derkevin holê. Canan Atabay her wiha daxuyakirin ku divê hestê xwedîderketina li Narîn Guran winda nebe û got ew di bûyerên din de jî sekn û bertekên wisa dipên.    Canan Atabay di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Daxwaza me ev e ku dewlet qanûnên bi bandor û hişk pêk bîne. Divê qanûnan ji nûve sererast bikin. Wisa nebe wê qetilkirina jin û zarokan bidome. Em dipên ku dewlet di vê mijarê de polîtîkayên hişk pêş bixîne.”