Îfadedayîna HDK'yiyan bi dawî bû 2025-02-21 16:29:18     STENBOL - STENBOL - Îfadedayîna li dozgeriyê  ya 51 kesên di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî HDK'ê hatibû destpêkirin qediya, kesên di bin çavan de niha li bedêne ku sewkî dadgeriyê bên kirin.   Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dabû destpêkirin de, di 18’ê Sibatê de li 10 bajaran di serdegirtina malan de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 51 kes hatibûn binçavkirin.    51 kesên hatin binçavkirin danê sibê piştî temamkirina karên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, ji bo îfadeya wan li dozgeriyê bê giritn sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.    Hate hînbûn ku îfadeya 51 kesan a li dozgeriyê temam bûye. Li benda biryara dozgeriyê ya ji bo sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê  bên kirine.