Danişîna ewil a çeteya fuhuşê hat lidarxistin 2024-11-20 09:11:47     COLEMÊRG - Piştî ku me çeteya fuhuş, hişbirê anî rojevê şûnde der barê  serçete Ayşgul A. de îdianame hat amadekirin û Dişîna ewl a derbarê vê çeteyê de hat lidarxistin   Li Colemêrgê ajansa me di dîrokên 18-19 û 20’ê îlonê de dosya nûçeyan a bi ser navê ‘li Colemêrgê şerê taybet’ çêkir û hefteyek piştî vê der barê serçeteya fuhuş û hişbirê Ayşegul A de ji ber tundî li P.K kiriye di 27’ê îlonê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve îdianame hat amadekirin.   Ji aliyê serdozgeriya komarê ya Colemêrgê ve der barê gumanbar Ayşegul A. de ji sûcê ‘birîndarkirina hêsan’, ‘der barê jiyana taybet de dîmen û deng îfşakirin’ de di 27’ê îlonê de îdianame amade kir û îdianame ji aliyê 2’yemîn dadgeha ceza ya Colemêrgê ve hat qebûlkirin.   Delîl   Di îdianameyê de îfadeyên mexdûr P.K û gumanbar Ayşegul A. û 12 zarokên temenê wan navbera 14 û 14’an de ku alîkarî dane Ayşegulê cih girtin. Ligel vê girtekên hêzên ewlehiyê, rapora kontrola edlî, forma pêşniyarkirina lihevkirinê, qeyda serjimar û sivîla edlî û dosya lêpirsînê cih girtin.   Di îdianameyê de hat diyarkirin ku 6’ê hezîranê de li Colemêgê li erdekî vala P.K hatiye derbkirin, dîmenên derbkirinê di çapemeniyê de hatiye parvekirin û li ser vê serdozgeriya komarê ya Colemêrgê lêpirsîn daye destpêkirin.   Agahiya Ayşegul A. ji vîdeoyê tuneye   Li gel îfadeya Ayşegul A., îfadeyên zarokên dîmen kişandin jî cih girtin. Zarokan diyar kir ku li ser daxwaza Ayşegulê dîmen kişandine û Ayşegul A jî got ji ber ji P.K hêrs bûye lê daye û îdia kir ku ji dîmen agahiya wê tuneye.   Der barê zarokên ku vîdeo kişandine jî ji sûcên ‘tehîd’, ‘heqeret’ û ‘binpêkirina jiyana taybet’ lêpirsîn hat vekirin.   Di îdianameyê de hat gotin ku vîdeoya mijara gotinê ye 12’ê hezîranê de hatiye parvekirin û hat tespîtkirin ku hesab aydê Ayşegul A. ye. Hat gotin ku P.K lihevkirin qebûl nekiriye û der barê mijarê de serlêdana sûc kiriye. Di îdianameyê de der barê gumanbar Ayşegul A. de heta 4 salan ceza hat xwesetin. Rûniştina duyemîn 13’ê Mijdarê de hat dîtin. Gumanbar Ayşegul A. mafê bêdengiyê bi kar anî. Runiştin taloqî 4’ê kanûnê hat kirin.