Doza Şerîfe Muhammedî hat taloqkirin 2024-11-15 14:00:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Doza parêzvana mafan Şerîfe Muhammedî ya ku wê di 10'ê Mijdarê de bihata kirin, ji ber nebûna yek ji dadgeran hat taloqkirin. Komên Kampanyaya Parastinê bertek nîşanî biryara taloqkirinê da û daxwaza serbestberdana bê şert û merc kir.   Çalakvana mafê jinan û kedkar ya ji bajarê Reşt Şerîfe Mihemedî a 45 salî û nişteciha bajarê Reşte. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hinceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirakirin.   Pêngava Parastina Şerîfe Mihemed di 10’ê Mijdarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku wê rûniştina dadgehkirina Şerîfe di 14’ê Mijdarê de li şaxa duyem ya Dadgeha Înqilaba Reştê pêkbê.   Pêngava Parastina Şerîfe Mihemedî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku duh dadgehkirina Şerîfe Mihemedî ji ber sedema nebûna dadwer hatiye paşxistin. Pêngava Parastinê ragihand ku ev yek astengkirina Şerîfe Mihemedî ya ji bo dadgehkirinê ye û di heman demê de binpêkirina mafê girtiyane. Daxuyaniyê de ne hate gotin ku dadgehkirina Şerîfe Mihemedî ji bo kîjan rojê hatiye paşxistin.