Li Bilêxşê 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes hatin tahliyekirin 2024-10-25 16:32:30       ÊLIH -Ji bo 9 kesên ku piştî operasyona leşkerî ya li gundê Bilêxşê hatibûn girtin, 3 ji wan Dayikên Aştiyê bûn biryara tahliyeyê hat dayîn.    Rûniştina 9 kesên ku 3 ji wan Dayikên Aştiyê ne yên piştî operasyona leşkerî ya li gundê Bilêxşê yê Êlîhê hatin binçavkirin û girtin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Dayikên Aştiyê Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58) û Sare Kaya (59) ku bi îdiaya "Bi zanebûn alîkariya rêxistinê kirine" hatin darizandin û 10 roj beriya danişînê sewqî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzînganê hatin kirin, bi rêya SGNBSê beşdarî danişînê bûn.  Di danişînê de girtiyên din Habîb Kaya (61), Îsa Gitmez (60), Nedîm Kaya (62), Yusuf Bolek (68), Zübeyir Şîmşek (41) û Keya Murat Gelî (24) amade bûn.    Danişîna ku bi hinceta “Talîmat heye” destûr nedan rojnameger bişopînin, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Malbatên Girtî û Hikûmxwaran û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran (TUAY-DER) Şaxa Êlihê, Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) amade bûn.   Di danişînê de 9 kesên ku li hemberî sûcdariyan parastina xwe kirin, diyar kirin ku gundê wan bi rojan hat dorpêçkirin û bombekirin. Kesên tên darizandin diyar kirin ku bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin û beraeta xwe xwestin. Parêzerên kesên tên darizandin jî diyar kirin ku miwekîlên wan bêyî delîlên şênber hatine girtin û daxwaza beraeta wan kirin.   9 kes hatin tehliyekirin    Piştî parastinan heyeta dadgehê  derbarê 9 kesî de biryara beraetê da.