Hiqûqnas Dîlek Ekmekçî dîsa hat girtin 2024-10-23 18:41:27   STENBOL - Hiqûqnas Dîlek Ekmekçî ya di runiştina ewi de hatibû tahliyekirin piştî îtîraza dozger dîsa hat girtin.   Hiqûqnasa ceza Dîlek Ekmekçî ku piştî ji aliyê MHP û Ocaxên Ulkucu ve hedef hat girtin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Yekemîn runiştina Dîlekê duh li 24’emîn dadgeha ceza giran a Edliyeya Stenbolê hat dîtin û piştî runiştinê ji girtîgeha jinan a Bakirkoyê hatibû berdan.   Lê li ser îtîraza dozger Dîlek îro bi biryara 25’emîn Dadgeha Ceza Giran ve hat girtin û dîsa şandin girtîgeha jinan a Bakirkoyê.