Têkoşîna hiqûqî ya Z.Ç: Destdirêjî tune hat hesibandin 2024-10-18 09:04:06     Dîlan Babat   SÊRT -  Doza Z.Ç ku li gundekî girêdayê Dihê cerdevan Îzzettîn Yardim destdirêjiya sîstetmatîk lê kiribû li îstînafê tê payîn. Gumanbar ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve hat beratkirin û di biryara bi hincet a hat aşkerakirin de, dadgehê, tevî ku hat diyarkirin zaroka ku Z.Ç ji Îzzetîn Yardim e jî îdia kir ku ‘delîlên teqez û baweriyê didin tuneye’ der barê gumanbar de biryara beratê da.   Li gundê Yerlîçoban ê navçeya Dihê ya Sêrtê xezurê Z.Ç, Îzettîn Yardim yê cerdevan bû di 2003’an de destdirêjiya sîstematîk li Z.Ç kir.  Destdirêjiya sîstematîk di 15 salî de dest pê dike û bi mirinê tê tehdîdkirin. Di encama destdirêjiyê de Z.Ç ducanî dimîne. Z.Ç ku neçar ma zaroka xwe bîne dinê, destdirêjî û  pêvajoya darazê vegot.   Ji aliyê Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Sêrtê ve ji sûcê ‘êrîşa zayendî’ doz bê vekirin jî doz bi yek rûniştinê hat dîtin. Di dozê de dozger der barê gumanbar Îzzettîn Yardim de ceza xwest û dadgehê jî biryara beratê da.   Tevî kêmasiyan îdianame hat amadekirin   Piştî rûniştina biryarê ya doza hat dîtin, dozger di biryara bi hincet de der barê gumanbar Îzzetîn de ji sûcê ‘îstîsmarê’ ceza xwest. Di biryarê de tevî hat destnîşan kirin ku divê lêpirsîn bê berfirehkirin jî daxwazên der barê qelsî bên temamkirin yên Serdozgeriya Komarê  hatin çareserkirin û piştî vê bêyî ku biryara îtîraza Dadgeha Ceza Sulh li ber çavan bê girtin îdianame hat amadekirin. Di biryara hat dayîn de hat diyar kirin ku îdianameya hatiye amadekirin aliyê wê yê hiqûqî tuneye; ji ber van sedeman dozeke cemawerî ya li gorî usulê hatiye avakirin tuneye û şertên lêpirsînkirinê ava nebûye.   Di mutalayê de hat gotin zarok ji Îzzetîn Yardim e   Di mutalaya der barê esas de, îfadeyên Z.Ç yên der barê destdirêjiya sîstematîk de cih girtin û hat diyar kirin ku Z.Ç di encama destdirêjiya Îzzetîn Yardim de ducanî maye. Her wiha hat gotin ku hatiye tespîtkirin ku zarok ji Îzzettîn Yardim e.   Dadgeha ku îdianame û destdirêjiya sîstematîk nedît, diyar kir ku ji bîlî  îfadeyên Z.Ç îfadeyên ku destdirêjiyê piştrast dikin tune ne û der barê gumanbar de biryara beratê da.   Parêzerê Z.Ç dosya şand îstînafê û îtîrazê dosyayê kir. Her wiha Z.Ç jî serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da û daxwaza hiqûqî kir.