Ceza li rojnameger Pelîn Ozkatan birîn 2024-10-10 16:26:57       STENBOL - Ji ber parvekirina têkildarî Eylem Aktaş a di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz li rojnameger Pelîn Ozkaptan hatibû vekirin û salek û 6 meh û 22 roj cezayê hevsê li hate birîn.    Ji ber du parvekirinên li ser medyaya civakî yên têkildarî Eylem Aktaş a di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz li rojnameger Pelîn Ozkaptan hatibû vekirin. 3’yemîn danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Pelîn beşdarî danişînê nebû lê ji Yekîneya Hiqûqê ya MLSA’yê parêzer Emîne Ozhasar û Dîdare Hazal Sumelî amade bûn.    Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya bi daxwaza cezayê dubare kir.    Parêzerên Pelînê jî li dijî mutalaayê parastin kirin. Parêzeran gotin ku miwekîla wan rojnameger e, parvekirina wê dikeve çarçoveya xebatên rojnamegeriyê, di parvekirinan de ji bo sûcê propagandayê tu delîl tune ne, polîsan bi awayekî derqanûnî delîl kom kirine û ji ber van sedeman nabe ku miwekîla wan were darizandin. Parêzeran daxwaza beraeta miwekîla xwe kirin.    Dadgehê jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê da Pelîn Ozkaptan. Dadgehê cezayê hatiye dayin taloq kir.