Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin 2024-09-18 11:49:31     AMED - Danişîna doza Halîse Aksoy ku li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik hatibû vekirin, hate taloqkirin.    Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Agît Îpek bi kargoyê di qutiyekê de jê re hatibûn şandin, di 28’ê nîsana 2023’yan de ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. 4’emîn danişîna doza Aksoy li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Halîse ya ku negirtî tê darizandin beşdarî danişînê nebû lê parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek di danişînê de amade bûn.    Parêzeran xwestin ku tevahiya îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik li dosyayê bên zêdekirin. Şandeya dadgehê daxwaz red kir û bi sedema ku ewraqên kesê di îfadeyên Umît de cih digire nehatine şandin, danişîn taloqî 8’ê Mijdarê kir.