Dadgehê li 8 rojnamevanan ceza birî 2024-07-03 12:05:51     ENQERE - Di danişîna doza ku nûçegîhanên JINNEWS û MA'yê jî di nav de 11 rojnamevan jê dihatin darizandin de derbarê 3 rojnamevanan de biryara beraetê hat dayîn û li 8 rojnamevan jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Danişîna biryarê ku nûçegîanên JINNEWS Habîbe Eren û Oznûr Der û Mudura Karên Nivîsê ya berê ya Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsevan û nûçegîhanên wê Berîvan Altan, Seman Guzelyuz, Emrullah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û rojnamevan Denîz Nazlim, Hakan Yalçin, Mehmet Gunhan jê dihatin darizandin  li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Rojnameger tevli danişînê nebûn lê parêzer û gelek kes tevli danişînê bûn.   Heyeta Dadgehê, derbarê Habîbe, Ceylan û Mehmet de ji ber ku delîl tune bûn biryara beraetê hat dayîn. Dadgehê li Berîvan, Selman, Dîren, Emrullah, Hakan, Oznur, Denîz û Zemo de jî 6 sal û 3 meh ceza birî.