DEM Partiyê bertek nîşanî mudaxileya polîsan a li ser Navenda Giştî ya CHP’ê da

  • 15:57 24 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê bertek nîşanî têketina polîsan a Navenda Giştî ya CHP'ê da û peyama, "Israrkirina di van rêbazên zextkar de nayê qebûlkirin. Wekî DEM Partî, duh jî îro jî em li dijî her cûre mudaxaleyên li ser siyaseta demokratîk in" da.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî têketina polîsan a bi darê zorê li Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komar (CHP) de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê ku li ser hesabê fermî yê medyaya dîjîtal a DEM Partiyê hat dayîn de hat gotin: "Em qebûl nakin ku polîs bi biryara walityê bi darê zorê bikeve Navenda Giştî ya CHP’ê û rêveberên partiyê, parlamenter û welatiyan jê derxîne."
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku israrkirina di rêbazên zextkar de nayê qebûlkirin û wiha hat gotin: "Hewcedariya herî bingehîn a Tirkiyeyê xurtkirina prensîbên hiqûqa demokratîk, xurtkirina aştiya piralî û berfirehkirina qada siyaseta demokratîk e, israrkirina di van rêbazên zextkar de nayê qebûlkirin. Wekî DEM Partî, çawa duh, îro jî em li dijî her cûre mudaxaleyên li ser siyaseta demokratîk in.
 
Em bang li rayedaran dikin ku dest ji helwestên ku aloziyê mezin dikin berdin, li gorî prensîbên hiqûqa demokratîk tevbigerin û nêzîkatiyeke ku aştiya civakî esas digre tevbigerin. Em bang li rêveberên CHP'ê û welatiyên dilsozên CHP'ê jî dikin ku pirsgirêkên heyî bi rêya diyalog û lihevhatinê çareser bikin."