Li Amedê tundî û destdirêjî li jinekê hat kirin: Gel min parast, ne dewletê

  • 09:37 24 Gulan 2026
  • Rojane
AMED – L.F. ya ku ji aliyê kiryar Alî Gezîcî ve rastî tacîz û tundiyê hat, bal kişand ser wê yekê ku cihên jiyanê yên jinan ne ewle ne û got, “Gel min parast, ne dewletê” û bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê.
 
Her çiqas qadên jiyanê yên jinan ji aliyê tundî û êrîşa mêran ve hatine dorpêçkirin jî, polîtîkayên bêcezatiyê sûcdaran diparêze. Li navçeya Yenîşehîr a Amedê, jina bi navê L.F. di 22’ê Gulanê de ji aliyê kiryar Alî Gezîcî ve rastî tacîz û îşkenceyê hat. Piştî mûdaxaleya gel û agahdarkirina polîsan, kiryar hat binçavkirin. Piştî bûyerê, L.F. çû Qereqola Polîsan a Rezanê û li dijî kiryar Alî Gezîcî bi sûcê “destdirêjiya cinsî” û “êrîşkirinê” gilî kir.
 
L.F. ku bi tacîz û tundiyê re rû bi rû ma, rewşa ku jiya ji ajansa me re vegot.
 
L.F. diyar kir ku ew di 22’ê Gulanê de li rêya trênê saet 09:15’ê bi tacîz û tundiyê re rû bi rû maye û got, “Nêzîkî rêya trênê rêyeke binerdî hebû. Ez li ber lambeyên trafîkê bûm. Derket holê ku wî min şopandiye. Dema min li dîmenên kamerayên mobbeseyê nêrî, nîşan da ku wî min şopandiye. Wê saetê zêde kes li dora min tunebûn. Ez ji derenceyan daketim xwarê. Ez 50-60 metre meşiyam heta nîvê pirê. Ji nişkê ve, kesekî ji pişt ve min hembêz kir. Wî hewl da ku ji aliyê min ê rastê maç bike. Her çend min hewl da ku bi milê xwe wî dûr bixim jî, wî tacîz berdewam kir. Wî hewl da cilên xwe derxe. Min dest bi qîrîna alîkariyê kir. Welatiyek di cih de ji aliyê din ê kolanê ve bazda. Piştî ku min avêt erdê, ew hinek pêş de çû. Bi derewan qêriya got, ‘Ew hevjîna min e’ Wî dixwest di wê gavê de xwe xilas bike. Min ji welatiyê re got ku ew kes derewan dike û ez wî nas nakim. Min got ku ev cara yekem e ku ez wî dibînim.”
 
Piştî tacîzê îşkence
 
L.F. destpêkê ji aliyê kiryar Alî Gezîcî ve bi tacîzê re û piştre jî bi îşkenceyê re rû bi rû ma. Ji ber îşkenceyê, rûyê L.F. şîn bûye û raporek tendirustiyê ji nexweşxaneyê wergirt ku êrîşê belge bike. L.F. diyar kir ku piştî bûyerê welatî li cihê bûyerê kom bûn û li kiryar Alî Gezîcî xistine û wiha pê de çû, “Ji ber êrîşê ez ketibûm panîkê û jinek hat û hewl da ku min aram bike. Piştî ku kiryar tacîz li min kir, dema min hewl da ku wî rawestînim, dest bi îşkenceyê kir. Ji ber îşkenceyê rûyê min û lêva min hemû şîn bûne. Her wiha di wê navberê de kiryar hewl da serê min li dîwar bixe. Di wê navberê de gel gihîşt hawara min.”
 
Li heman cihî bûyerek din a tacîzê
 
L.F. destnîşan kir ku beriya çend rojan jî li heman cihê bûyerê sê xwişk ji aliyê kesekî dinê ve rastî tacîzê hatine û wiha domand, “Li gor gotinên esnafan li vê derê çend roj berê jî bûyerek bi vê rengî pêk hatiye. Ne heman kes e, lê kesên dinê ne. Hat gotin ku sê xwişk rastî tacîzê hatine. Ne tenê ez, her wiha gelek jinên dinê jî li heman cihê bûyerê rastî tacîzê hatine. Wê derê vegûherandine cihê tiryak û fûhûşê.”
 
Ji polîs rewakirin: ‘Nas bikî pirsgirêk nîne’
 
L.F. destnîşan kir ku polîs nêzîkî saetekê  şûnde hatine cihê bûyerê û wiha dewam kir, “Em li wê derê gelek zêde sekinînin. Ligel ku qereqol nêzîk jî bû nêzîkî saetek şûnde hatin cihê bûyerê. Piştre, em ligel polîsên ku hatin, çûn qereqola polîsan. Di destpêkê de wan ez birim qereqola xelet. Min ewilî birin Qereqola Şehîtlîkê û li wê derê 30 deqeyan hatim sekinandin. Wan ji min re got ku bûyer li herêma wan çênebûye û min birine qereqola xelet a polîsan. Piştre gotin ‘em nikarin li vir îfade bigirin.’ Piştre min birin Qereqola Rezanê. Li wê derê jî nîv saetê hatim sekinandin. Dema min birin herdu qereqolan jî kiryar çend gavan pêşiya min bû û ez li paş wî bûm. Min bertek nîşanê wan da û min got ku aliyê derûnî ve nebaşim û kiryar bibin cihekî dinê bigirin.  Dema ku li qereqolê îfadeya min hat girtin bi israr pirsîn gotin, ‘tu kiryar nas dikî?’ Ligel ku min got ez nas nakim jî israra vê pirsê domiya. Piştre ji min re gotin ‘ger tu nas bikî pirsgirêk nîne.’ Bi vî awayî îfadeya min girtin.”
 
Xwestin tacîzê rewa bikin
 
L.F. da zanîn ku wê li dijî kiryar Alî Gezici gilî kiriye û got ku ew birine qereqola polîsan a xelet û bi saetan li bendê maye û axivî, “Gel min parast, ne dewletê. Min careke din dît ku jin çawa bê nirx tê dîtin. L.F. teqez kir ku polîsan jê re gotine ku kiryar di bin bandora tiryakê de bûye û diyar kir ku hewl tê dayîn ku bûyera tacîzê bi rêya bikaranîna tiryakê rewa were nîşandan."
 
Ji bo jinan bangewazî
 
L.F. di dawiya axafttina xwe de got ku ew dixwaze tedbîr û tiştên pêwîst bên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Li cihê ku ez bi tacîzê re rû bi rû mam bûyerên din jî qewimîne. Ez dixwazim ku hem li wir û hem jî li her derê hemû tedbîr û ewlehî bên girtin. Ez dixwazim ku ev kes ceza bigire. Min têkildarî kiryar de gilî kir, lê nizanim ku hat girtin an na. Ji ber ku ti agahî nedane min. Ez bi taybetî bang li jinan dikim. Îro ne bi tenê ez gelek jin bi van bûyeran re rû bi rû ne. Dema ku ez zanibim ew li cem min in, ez ê bi ewletir li kolanan bigerim.”