Ji bo Rojbîn Sonmez li Amedê mewlîd hate dayîn
- 15:02 9 Kanûn 2025
- Rojane
AMED – Malbata endama YJA-STAR'ê Rojbîn Sonmezê ku di 31'ê Cotmeha 2025'an de li herêma Qendîlê jiyana xwe ji dest dabû, ji bo keça xwe li Amedê mewlîd da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê di 4ê Kanûnê de ragihandibû ku endama YJA-STAR'ê Rojbîn Sonmez (Dilzar Rêber Andok) di 31'ê Cotmeha 2025'an de li herêma Qendîlê di dema perwerdeyê de di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest daye. Malbata Rojbîn Sonmez û MEBYA-DER'a Amedê li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêzan a Amedê ji bo Rojbîn Sonmezê bi bîr bînin mewlîd da. Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn.
Di bernameya bîranînê de ku mewlîd lê hate xwendin ji bo hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin û sirûda çerxa şoreşê hat berzkirin. Paşê jî girseyê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kir. Bi dû re sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Rojbîn Sonmez dikir hate nîşandan. Bi pişt re bernameya bîranînê bi dawî bû.







