Eren Keskîn Garîbe Gezer bi bîr anî
- 12:59 9 Kanûn 2025
- Rojane
STENBOL - Garîbe Gezer a ku di girtîgeha ku lê dihat girtin de di bin şert û mercên gumanbar de mir, di salvegera mirina xwe de hat bîranîn.
Garîbe Gezer ragihand ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Jimare 1 a Kocaeliyê piştî îşkenceya sîstematîk tecawiz lê hatiye kirin û di şert û mercên gumanbar de di 9'ê Kanûna 2021' de jiyana xwe ji dest dabû.
Parêzer Eren Keskîn di parvekirina xwe ya li ser X'ê de Garîbe Gezer bi bîr anî û got: "Di 9'ê Kanûna 2021'ê de, Garîbe Gezer, ku li dijî hemû binpêkirinên ku li Girtîgeha Kandirayê lê hatibûn kirin serî hilda û rûmeta mirovan parast, jiyana xwe ji dest da. Sûcdar nehatin cezakirin. Garîbe navê serhildanek li dijî tecrîdê ye. Ew ê her tim bi evîn û hesretê were bîranîn."







