'Li Yemenê tundiya li dijî jinan sîstematîk e'
- 12:53 9 Kanûn 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Neteweyî ya Lêkolîna Binpêkirinên Mafên Mirovan ragihand ku li Yemenê zêdetirî 790 jin hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi dehan jin jî rastî binçavkirina keyfî, windakirina bi darê zorê û şîdeta cinsî hatine.
Li Yemenê ji ber şerê ku bi salan e didome, êşên ku jin dikşînin her diçe kûrtir dibin. Raporên mafên mirovan, kuştin, êrîş, revandin û girtin mirovan bi awayê kêfî, li navendên binçavkirinê êrîşên zayendî, bi hezaran binpêkirinên sîstematîk ên hatine belgekirin radixin ber çavan.
Komîteya Neteweyî ya Lêkolîna Binpêkirinên Mafên Mirovan ya Yemenê, di 8’ê Kanûnê de bi kampanyaya ‘Aktivîteyên 16 rojan ên li dijî tundiya li ser jinan’ daxuyaniyek hemwext weşand. Daneyên rojane yên têkildarî sûcên li dijî jinan parve kir.
Di daxuyaniya komîsyonê de, hat diyarkirin ku tundiya jin rast hatine êdî ji bûyerên şexsî derketine, ji ber şer û nebûna mekanîzmayên parastinê û lawazbûna hesabdayîna hiqûqî bûye parçeyek zexta rojane.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber xirabûna rewşa mirovî û mafên mirovan, jinên Yemenê, di nava pevçûnan de bêparastin mane.
Jin dibin hedefa êrîşan
Di daxuyaniyê de behsa daneyên li Yemenê der barê binpêkirinên li dijî jinan de hat kirin û hat destnîşankirin ku zêdetirî 790 jin hatine qetilkirin, nêzî 1490 jin jî birîndar bûne. Bûyerên encamên tundiya belav bûye bi astengiyên mayînde bi encam bûye, 218 jin bi awayek kêfî hatine girtin an jî bi zorê hatine windakirin, 208 jin ji ber teqemeniyên bermahiyan, êrîşên mayînên li dijî wesayîdan mirine yan jî birîndar bûne.
Her wiha hat diyarkirin ku dane ne tenê hejmar in, îsbata vekirî ya sîstematîk ku jinan dike hedef û ji vê yekê re mudaxeleya lezgîn pêwist e, ji ber ku hesabnedayîn, teşwîqa domandina binpêkirinan e û jin û zarokên keç di qadeke pevçûnê de ji parastina tam bêpar mane, ev yek bûye sedem ku zêdetir êş bên kişandin.
Bang hat kirin
Komîsyonê bang li rayedarên eleqedar, saziyên neteweyî û navneteweyî kir ku lêpirsînên cidî bên destpêkirin û berpirsên binpêkirinan werin cezakirin. Di heman demê de daxwaz hat kirin ku divê jinên bi awayekî kêfî hatine girtin, demildest werin berdan, ji bo yên dijîn jî parastina psîkolojîk û hiqûqî were pêkanîn.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku hemû bûyerên hatine belgekirin, bi lêpirsînên berfireh dest pê kirine û der barê kesên binpêkirinan dikin de kar û barên hiqûqî werin destpêkirin.







