ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2025'AN

  • 09:00 17 Îlon 2025
  • Rojev
 
*Siyasetmedar Gulser Yildirim der barê banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatêde kir de axivî û diyar kir ku ev feraset ji bo bidawîbûna pevçûn û pêkanîna aştiyê ferz e. DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku der barê perwerdehiya bi zimanê dayikê û statuya ji bo Kurdî axivîn, diyar kirin ku dewlet mafê herî esas yê gelan tune dihesibîne û pêvajoyê dixitimîne. Jinan da zanîn ku aştî bi ziman dikare pêk bê. DÎMEN HEYE
 
*Jinan derbarê krîza aborî ya li welat de axivîn û diyar kirin ku ew nikarin hewcedariyên sereke bigirin û got: “Zarokê min xwest biçe dibistanê lê ji ber pirsgirêkên aborî wê hem biçe dibistanê hem jî bixwîne.” BI DÎMEN 
 
*Ezgî Akbaş da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçin giran dibin û got ku desthilatdarî îradeya çareseriyê bi nêzîkatiya li hember girtiyên siyasî dikare dayne holê. DÎMEN HEYE