ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2025'AN

  • 09:00 8 Îlon 2025
  • Rojev
 
*Hevberdevka MSD'ê ya Misirê Leyla Sîwar der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştî vê bandora wê ya li Misirê nirxand û got: “Gelek kesên li vir dijîn û Abdullah Ocalan dixwînin, dibêjin ku ev bang wê aştiyê bîne ji gelên Rojhilata Navîn re. Aştiya li Rojhilata Navîn bi çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e.”
 
* Hevseroka Şaxa Hejmara 2'yem a Egîtîm Sen a Amedê Duygu Ozbay der barê sala perwerdehiya nû ya 2025-2026’an ku destpê dike û bikaranîna yek zimanî de axivî û got bi perwerdehiya yek zimanî re bi zarokan re pirsgirêkên pedagojîk tên jiyîn û got divê mafê perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn. DÎMEN HEYE 
 
*Ji ber krîza aborî ya her diçe giran dibin jin nikarin hewcedariyên xwe yên sereke peyda bikin. Jinên ji ajansa me re axivîn diyar kirin ku çareseriya krîzê bi guherîna rêveberiyê pêkan e. DÎMEN HEYE
 
*Li dijî qirkirina ekolojiyê ya li herêma Bestayê ya Şirnexê didome di 9-10’ê îlonê de bi pêşengiya DEKUP’ê wê nobet û çalakî pêk bê. Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Taybet Bîlgî der barê çalakiyê de bang kir û got: “Divê gel vê zilmê qebûl neke; rê nedin dagirkeran.” DÎMEN HEYE
 
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 53 sal berê tizbiyek diyarî jina tirkmen a serhildêr Seher Sariçîçek kir. Her çiqas nirxek bîranînê hildigire jî, ew dibe beşek ji "Romanek neqediyayî".