ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2025'AN

  • 09:00 4 Îlon 2025
  • Rojev
 
*Berfîn Ay ku tevî hemû atengiyan kevneşopiya belavkriyê didomîne, sibehê dest bikar dike. Berfîn Ayd kolan bi kolan bi rojnameyên destê we heqîqetê digihîne welatiyan. BI DÎMEN 
 
* Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdula derbarê alîkariyên ji bo bajarên peravê û herêma Siwêdayê tê kirin de nirxandin kir û da zanîn ku ligel xurekan, dermanên ji bo nexweşiya pençeşêre peyda dikin û piştgiriya bûrsê didin xwendekaran. BI DÎMEN
 
*Jinên ku der barê banga dîrokî ya 27’ê Sibatê de ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û  Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li meclîsê hatiye avkirin de axivîn û gotin divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê û komîsyon Abdullah Ocalan gûhdar bike.  DÎMEN HEYE
 
*Jin der barê qetilkirinên jinan ên her diçin zêde dibin de axivîn û balişandin ser pergala darazê û gotin sedema herî mezin a zêdebûna qetilkirina polîtîkayên bêcezahiştinê ne. Her wiha jinan daxuyakirin ku azadiya civakê bi azadiya jinan pêkane û banga ‘em bi pêşengiya îdeolojiya rizgariya jinê têbikoşin’ kirin. DÎMEN HEYE
 
*Qeydên ji bo Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo di 15’ê Tebaxê de dest pê kirin û di 15’ê îlonê de wê bi dawî bin.  Mamosteya dibistanê Mizgîn Duruk got malbat eleqeyek mezin nîşan didin û bang kir ku qeyd  bên kirin. DÎMEN HEYE